Alîkarê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Wanê Mesût Çetîn der barê xebatên Akademiya Siyasetê de agahî da û diyar kir ku dewreya nû ya perwerdeyê wê di 1'ê Hezîranê de destpê bike. Çetîn ragihand ku ew dixwazin îsal jî bi sedan kesî ji akademiyê mezûn bikin.
Akademiya Siyasetê ya BDP'ê ku beriya 5 salan li Wanê dest bi kar kir, amadekiriyên xwe yên dema nû qedand. Ji bo Akademiya Siyasetê ku perwerdeya dema nû wê di 1'ê Hezîrana 2014'an de destpê bike, qeyd tên kirin. Alîkarê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bajêr Mesût Çetîn da zanîn ku qeydkirin wê di 29'ê Gulanê de bi dawî bibe û anî ziman ku gel pêwendiyeke mezin nîşanî akademiyê dide.
Çetîn diyar kir ku ew li Akademiya Siyasetê ya BDP'ê di mijarên "Zayenda Civakî", "Nêrîna li jinê", "Dîroka Kurdistanê", "Çand û exlaqa şoreşgerî", "Zimanê Kurdî", "Rêveberî û Rastî" perwerdeyê didin û got, "Perwerdeya me hefteyê heft rojan ji saet 09.00 heta saet 17.00 tê dayîn. Her dewreya me mehekê dewam dike."
Der barê naveroka perwerdeya xwe de jî Çetîn ev agahî da: "Em dixwazin li dijî sîstema perwerdeyê ya asîmîlasyonê ku li ser gelê me tê ferzkirin, perwerdeya xwe ya xweser a alternatîf biafirînin. Em dixwazin gelê me dîrok, çand û felsefeya jiyanê hîn bibe. Bi taybetî ji jinê re, di çarçoveya îdeolojiya partiya me de, hişmendia jinê tê vegotin."
Çetîn herî dawî bang li gelê Wanê kir ku qeyda xwe li akademiyê çê bike.
WAN