Ev saleke li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdek girankirî tê meşandin. Li aliyê din jî herî dawî li Amedê êrîşa hêzên AKP’ê ya li hemberî mîtînga “Xweseriya Demokratîk û ji Ocalan re Azadî” êrîşek hovane pêk anîn. Kurdên li Almanyayê dijîn li hemberî van êrîşan xwe amade dikin ku di 28’ê tîrmehê roja şemiyê li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê yên bi girseyî li dar bixin.
Komele û Meclisên Gel ên Kurdan ji bo tevlibûna çalakiyan daxuyaniyek weşandin. Di daxuyaniyê hat diyar kirin ku ev seleke li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdek girankirî tê meşandin û li dijî gelê Kurd jî êrîşên bê hempa tê meşandin. Di daxuyaniyê de li hemberî van êrîşan bang li gelê Kurd hat kirin ku bi hêzek mezin tevli çalakiyan bibin.
Bajar bi bajar çalakî
Li gor agahiyên gihiştiye ber destê me bernameya çalakiyên ku di 28’ê tîrmehê roja şemiyê de wê dest pê bikin, li gor bajaran wiha ye.
BERLÎN: Roja şemiyê saet 16:00’an de li ber Dêra dîrokî ya li Kudammê wê mîtîngek bê lidarxistin.
DUSSELDORF: Li paytext Dusseldorf ya Eyaleta Bakurê Ren Vestfalyayê dê roja şemiyê saet di 14:00’an de li ber avahiya sendîqeya DGB’ê meşek bê destpêkirin. Li bendê ye ku çalakiya vê derê gelek girseyî derbas bibe.
FRANKFURT: Li Frankfurtê jî di 27’ê tîrmehê roj înê saet di 17:00’an de li Hauptwache dê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şermezarkirin. Dîsa li bajar di 28’ê tîrmehê roja şemiyê sed di 16:00’an de li ber Bockenheîme Warte dê meşek were destpêkirin.
HAMBURG: Li vî bajarî jî roja şemiyê li ber Altona Bahnhofê saet di 15:00’an de wê çalakiyek şermezarkirinê bê lidarxistin.
HANNOVER: Kurd û dostên wan yên li Hannoverê dijîn roja şemiyê saet 13:00’an de wê li ber Opera Platzê bên cem hev û meşekê li dar bixin. Piştî meşê dê bi tevlibûna Şaredarê navçeya Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş li Mala Gel a Kurdistanê panelek were lidarxistin.
KASSEL: Li Qada Konîgsplatzê saet di 18:00’an de mitîngek dê were lidarxistin.
BREMEN: Kurdên li vir dijîn jî dê li ber Gara Trenê ya navendî (Hauptbahnhof) saet di 16:00’an de mîtîngekî li dar bixin.
MAGDEBURG: Li vir jî mîtîng dê li ber Gara Trênê ya navendî (Hauptbahnhof) saet di 18:00’an de bê lidarxistin.
Her wiha hat hînbûn ku Kurdên li Stuttgart û Kîelê dijîn jî wê çalakiyên şermezarkirinê li dar bixin.
ANF/BERLÎN