Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, encamên çalakiyên li Amed û Colemêrgê ragihandin. HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gerîlayên wan li dijî helîkopterekê çalakiya sabotajê jî li dar xistiye.

HPG’ê têkildarî çalakiyên xwe yên 5’ê Tebaxê got, "Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Gever û Çelê ya bi ser Colemêrgê li dijî artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê hin çalakî li dar xistine.

Hêzên me di 5’ê Tebaxê de saet di 12.00’an de li dijî kozikên dijmin ên li Girê Bayê ya Geverê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de kuştî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin."

HPG´ê da zanîn ku heman rojê danê nîvrojê gerîlayan eskerên Tirk li Girê Şehîd Bager ê nêzî Girê Koordîneyê yê Çelê kiriye hedef û herî kêm eskerek kuştiye.


Sabotaja li helîkopterî TC gêj kir

HPG´ê da zanîn ku heman rojê êvarê li deverên Serero û Şapatan ên Şemzînanê di dema operasyonekê artêşa Tirk a dagirker de gerîlayan li Girê Bermêşa li dijî helîkoptera Skorksy a ku tê de kordîneya operasyonê jî hebû, çalakiyeke sabotajê li dar xistiye, lê hejmara eskerên dijmin ên kuştî û birîndar nehatiye tespîtkirin. 

HPG´ê wekî din da zanîn ku di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de gerîlayan bi sekvaniyê yek ji eskerên qereqola Milika ya Pasûrê ya ser bi Amedê  kuştiye. 


 ANF/BEHDÎNAN




Eskerên Tirk re kozik jî ne star in


Gerîla TV´yê dîmenên çalakiyeke din ên Gerîlayên HPG´ê weşand. Ev dîmenên çalakiya gerîlayan a li navçeya Colemêrgê Çelê xweş nîşan dide ku eskerên Tirk di kozikên xwe de jî nikarin bistirin.

Dîmenên çalakiya 10'ê Tîrmehê ya li zozanên gundê Zawîte wekî din nîşan dide ku gerîla bi çekên giran li çeperên eskerên dewleta Tirk a dagirker dixe. Xweş xuya dike ku çeperek tê rûxandin û eskerên Tirk li derdorê belav dibin û direvin. HPG´ê bi daxuyaniya xwe ya li ser çalakiyê hingê dabû zanîn ku hejmara kuştî û birîndarên ji nav eskerên Tirk, wan agahiyeke zelal bi dest nexistiye. 


 NAVENDA NÛÇEYAN