Li dijî desteserkirina şaredariyên li Kurdistanê çalakiya rûniştinê ya li Amed û Mêrdînê bi dirûşma ‘berxwedan’ di roja 17’an de dewam dike.
Doh di roja 16´an de li Kolana Lîsê ya li pêşberî şaredariyê çalakiyê dewam kir. Parlementerên HDP’ê Garo Paylan, Mûsa Farîsogûllari, Feleknas Ûca, Erdal Aydemîr û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Beşdarên çalakiyê bi çepikan û gotina “Bi berxwedanê em ê bi ser kevin” dagirkirina bi qeyûman a şaredariyan şermezar kir.
Rêxistina HDP’ê ya bajêr a Mêrdînê, parlementerên HDP’ê û xelkê bajêr jî doh li têketina Parka Karayollari rûniştin. Polîsan dor li wan girt. Endamên HDP’ê bi stranan çalakiya xwe ya rûniştinê dewam kir. Xelk li 3 cihên cihê yên parkê neçar ma çalakiya rûniştinê bike ji ber ku polîsên dewleta Tirk ew asteng dikirin. Li ser navê girseyê, parlementerê HDP’ê Omer Ocalan daxuyanî xwend û got, qeyûm weke deqeke reş bi navm kirin. Piştî daxuyaniyê, girse ber bi Avahiya Bajêr a HDP’ê ya Mêrdînê ve meşiyan.
AMED/MÊRDÎN