Çalakiya rûniştinê ya ku bi pêşengiya parlementer û hevşaredarên HDP’ê li dijî qeyyûm hatibû destpêkirin, di roja 10’an de li Amedê dewam kir. Çalakiya hilbijartiyan jî doh li Mêrdînê tevî zilma polîsan li benda nesekinî.
Di 19’ê Tebaxê de desthilatdariya AKP û MHP’ê şaredariyên bajarê mezin a Amed, Wan û Mêrdînê desteser kiribû. Li hemberî vê desteserkirinê çalakiyên protestoyî hatibûn lidarxistin û ev çalakî di roja 10’an de didome.
Çalakiya rûniştinê ya li Amedê dîsa li Rêya Lîseyê dest pê kir. 4 kolanên ku diçin ba qada çalakiyê ji aliyê polîsan ve hate girtin.
Çalakger destê sibê hatin qada çalakiyê û sloganên ‘Amed ya me ye û rûmeta me ye’ berz kirin.
Parlementerên HDP’ê Ahmet Şik, Remziye Tosûn, Hasan Ozguneş, Tayyîp Temel, Salîha Aydenîz, Feleknas Ûca û Mûsa Farisogûllari jî tevlî çalakiyê bûn.
Hilbijêr dozê vekin
Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku divê mafê hilbijartinê bê parastin û got, “Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo xwedîderketina li îrade û mafê xwe yê hilbijartinê dozê vekin.”
Eyşê anî ziman ku li gorî qanûnan dema ku şaredarek sûc bike hingî dikare ji wezîfeyê bê dûrxistin, lê belê li şûna şaredarê hatiye dûrxistin nabe ku qeyûm bê tayînkirin, divê yek ji nava meclîsa şaredariyê bê hilbijartin.
Baraşan diyar kir, ti ji hevalên wan ên şaredar ên ji wezîfeyê hatine dûrxistin sûcek nekirine û got, “Ji xwe qeyûman bi karê xwe yê destpêkê nîşan dan ku ji bo çi hatine tayînkirin.
Em ê ti car qeyûm qebûl nekin
Berxwedana li dijî dagirkeriya qeyûm li Mêrdînê jî ev 10 roj in didome, hate gotin, ‘Em ê li ber xwe bidin û qeyûm ti carî qebûl nekin’’.
Berxwedana Mêrdînê bi çalakiya rûniştinê weke rojên berê didome.
Komeke ku wekîlên HDP’ê jî di nav de hebûn li Parka Karayoluyê ya li navenda bajêr hatin cem hev û çalakiya rûniştinê kirin.
Polîsan nehiştin ku gel nêzî cihê çalakiyê bibe. Wesayitên ku ji nêzî cihê çalakiyê derbas dibûn pê li kornayê kirin, kesên di wesayitan de nîşana serfirziyê kirin û destek dane çalakiyan, her wiha şêniyên bajêr jî bi çepkan destek dan.
Polîsan qada ku wekîl jî lê ne dorpêç kirin, wekîlên HDP’ê piştî ku demekê rûniştin daxuyaniya çapemeniyê dan.
Ji ber ku polîsan nûçegihan asteng kirin wekîlên HDP’ê li ser hesabên xwe yen medyaya civakî, di weşana zindî de daxuyanî dan.
Wekîlan HDP’ê Nusrettîn Maçîn, Mehmet Şukru Tiryakî, di peyamên xwe de gotin li dijî darbeyê bila her kes bi wan re be û ev berxwedana ku li Kurdistanê dest pê kiriye wê li her deverê berbelav bibe. Her wiha hate gotin heke gelên Kurdistan û Tirkiyê nebin yek ev darbeyên siyasî wê li her deverê berbelav bibin.
AMED/MÊRDÎN