Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî êrîşên dewleta Tirk û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Eskerên AKP´ê êrîşî şehîdgehan dikin
HPG’ê diyar kir ku êrîşên hovanê yên derveyî mirovahiyê yên artêşa Tirk li hemberî şehîdgehan didomin û got: “AKP’e li hember hêzên me yên gerîla û berxwedana gelê me têk çû, bi leşkerên taybet êrîşî şehîdgehên me dike, gihiştiye asta herê jor a faşîzmê. Li hemberî vê faşîzmê, pir aşkera ye ku hêzên me bê deng namînin."
YJA STAR´ê wesaîta zirîhpûş îmha kir
Di daxuyaniya HPG’ê de hat gotin: "6’ê Kanûnê saet 16.00’an gerîlayên me yên YJA-Starê li navbera gundên Kertiwên û Arbetê ên Nisêbînê de li hemberî wesayîteke zirîhpoş ya Kobra çalakiya sabotajê pêk anî. Di encama çalakiyê de wesayîta zirxî bi temamî hat îmhakirin; hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC bi ambûlansan mirî û birîndarên xwe rakirin. Ev çalakiya me ji bo bersivdayina tecrîdkirina Rêbertiya me û êrîşên li hemberî gel ên di vê pêvajoya dawî de di nav berxwedanê de ye, hatiye lidarxistin."
Li gorî daxuyaniyê, 7’ê Kanûnê saet 11.00’an dema konvoyek leşkerî di rêya navbera navçeya Amedê Farqînê û Êlihê, ber bi qereqola Malabadî ve diçû, leşkerên di konvoyê de û ji wesayîtan daketin bûn hedef. Di encama çalakiyê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
Êrîşên li dijî şehîdgehan dewam dikin
HPG´ê da zanîn ku êrîşên hewayî û bombebaran dewam dike û ev agahî dan: "3’ê Kanûnê saet 21.00-22.00’an balafirên şer ên Tirk; mintiqa Xirbikê ya girêdayî qada Besta ya Botanê bomberdûman kir. Her wiha qereqolên Gundikê Melê û Çelê Nimêja; qada Besta da ber obus û hawanan.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku artêşa Tirk 6´ê Kanûnê şehîdgehên Şehîd Rojhat û Şehîd Zelal bi tevlîbûna cerdevanên Sêgirkê û Naviyana Şêxa bi temamî xera kir. HPG´ê da zanîn ku operasyona artêşa Tirk a 6’ê Kanûnê ji qereqola Bîlîcan a girêdayî navçeya Colemêrgê Çelê destpê kir, hê jî didome.
NAVENDA NÛÇEYAN