Bi sedan kesên ku di navde endam û rêveberên BDP’ê Şaredara Gêlê Petek Çapanoglu, Şaredardê Karazê Remzi Çalli jî di navde li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bûn û pankarta „Min ji heman sûc kiriye, xwe îxbar dikim“ vekir. Koma li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bûn, heta Edliyeya Amedê meşiyan. Girsê piştî dest bi meşê kir, rastî asteniya polîsan hat. Polîsan bi hinceta „Ewlehiyê“ destûr neda meşê. Ji ber helwesta polîsan demekê di navbera komê û polîsan de niqaş derket.
‘Em xwe îxbar dikin’
Ji ber ku polîsan destûr neda komê, Cîgirê Hevserokên BDP’ê yê Amedê Ahmet Gezer li ber deriyê Şaredariya Amedê daxuyanî da û helwesta polîsan şermezar kir. Gezer, anî ziman ku di 14’ê nîsana 2009’an de li dijî siyasetmedarên Kurd „Komkujiya siyasî“ pêk hat û hêj didome. Gezer, da zanîn ku armanca wan siyaseta BDP’ê asteng bikin û hemû hilbijêrên BDP’ê kom bikin. Gezer, anî ziman ku hemû siyasetmedarên Kurd ên li ser navê KCK’ê tên girtin, bê sûc in û wiha got: „Ger ku tiştê wan kiribe sûc be em jî heman sûcî dikin. Ji ber vê yekê em li vir xwe îxbar dikin.
Koma BDP’ê pişt re xwest dawaznameyên îxbarê bidin dozgeriya Komarê. Lê polîsan destûr neda ku BDP’i biçin Edliyeyê. Li ser vê yekê Komê anîn ziman ku dê bi komên 5 kesan biçin. Lê dîsa destûr nehat dayîn. Piştî astengiyan koma BDP’ê çûn Postexaneya Navendî ya li Deriyê çiyê û hezar û 500 kesan bi rêya postaxaneyê daxwaznameyên îxbarê şandin ji dozgeriya komarêyê ya Amedê re.
AMED