HPG´ê da zanîn ku çalakî ji aliyê tîmê Şehît Şevger ve “di şexsê Şehîd Çiyager û Şehîd Mordem de ji bo bîranîna şehîdên berxwedana Sûrê hatiye lidarxistin.” Navenda Çapemeniya HPG´ê da zanîn ku ji bilî 17 tîmên taybet ên hatî kuştin, 13 jî birîndar bûne.

Daxuyaniyê weha dewam kir: “Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li Kurdistanê li navçeya Amedê Baxlarê li dijî polêsên tîmên taybet gerîlayên me çalakiyeke berfireh li dar xist. Di vê çarçoveyê de;

31’ê Adarê saet 17.00’an li fitloneke otogarê ya li taxa Bagcilar a navçeya Amedê Rezanê (Baxlarê), Tîma me ya Tolhildanê ya Şehîd Şevger li hember konvoya polîsên tîmên taybet çalakiya sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de otobus bi temamî hate îmhakirin, 17 polîsên tîmên taybet jî tê de hatin kuştin, 13 polîsên tîmên taybet birîndar bûn. Her wiha wesayîteke zirxî ya Akrep jî bi pirranî îmha bûye. Di wesayîtê de her çiqasî hejmarek zêde mirî û birîndar hebin jî hejmar nehatiye zelalkirin. Ev çalakî di şexsê Şehîd Çiyager û Şehîd Mordem de li ser navê şehîdên berxwedana Sûrê pêk hatiye. Medyaya şerê taybet a Tirk da xuyakirin ku 7 polîs hatine kuştin û bi vê hewl daye ser zaiyatên xwe yên rastîn binixumîne.’’