Aşiq Remezanê Hênê dibêje, piştî derketina amûr û enstrûmanên modern hûnerê ew jî dikin di cihên biçûk de maye. Li gorî wî, berê her kes temaşevan û guhdarê wan bû, lê niha ew wek dengbêj, daholvan û zirnevan, dibin temaşevanên dawetan.

BÎLAL GULDEM  / MA / AMED

Dengbêj Remezanê Hênê, çawa bîrewer bûye, bi sewta xwe ya xweş karê stranbêjî û kilambêjiyê kiriye û cihek nemaye ku lê negeriyaye. Dengbêj Remezan dibêje, enstrûman, muzîk û alavên modern çanda wan a dîrokî tine kiriye, û  ew hêj li dijî çanda populer-modern têdikoşin.

Dengbêjî û rêûresmên weke wê weke gotî, ji stûnên çanada Kurdî tên hesibandinê. Yek ji aktorên vê rêûresmê jî Aşiq Remezanê Hênê ye. Ew sala 1966’an li navçeya Amedê Hênêli nav malbateke aşiq, hatiye dinê. Ev 21 sal in ku li navçeya Baxler a ser bi Amedê dijî.

Ew ji malabata xwe fêrî aşiqiyê dibe û niha jî wek pîşeyekî ji xwe re dike. Beriya çanda estrûmanan derkeve, Remezanê Hênê li gund û bajaran diçû dawetan, stran digotin, û li def û zirnê dixist. Dengbêj Remezan dibêje, çanda popûler ango estrûmanên modern karê wan tine kiriye. Dengbêj Remezan ji nav kesera dilê xwe bi sewta xwe ya xweş û dengekî zîz kilam û stranan dibêje. Gava kilaman dibêje jî ya rastî ew dixulxulîne.

 Aşiqekî deng dawidî

Dema destê xwe dibe ber guhê xwe û libên tizbiya xwe li pey hev berdide, bi bejn û bala xwe ku cilên Amedê lê pêçayî ne, qîr dike kilaman, mirov hema dixwaze ji xwe re lê guhdarî bike. Her çiqasî kilaman bi şêwaza hêla Amedê, yanî aşiqî dibêje jî gewriya wî dike ku mirov wê zenê lê bibe ku dengbêj Remezan li kêleka dengbêj Şakiro mezin bûye. Wisa bi kilam û stranên belkî heta niha qet nehatine bihîstin, dadikeve. Kilam û dengê Remezan hêjayî guhdarîkirinê ne.

Aşiqê kilamên kêm gotî

Heta niha deng û navê aşiq Remezan li ser medyayê nehatiye bihîstîn û qet nebûye mijara nûçeyan. Aşiq Remezan qala serpêhatiya hunerê xwe kir û bi dengê xwe kilamên mîna “Zêrînê” û “Bedirxan û Hizna Xanim” bi ruh qalib dike.

Dengbêj Remezan diyar dike ku pêşiyê wan bi qasî ku nayê bîra wî ji aliyê Bakûrê Sûriyeyê ve hatine hêla Hênê. Malbata wî jî ha ji van pêşiyên xwe fêrî çanda aşiqiyê bûye. Dengbêj Remezan tîne ziman ku berê bi def û zirnê diçûn gundan û kêfa mirovan li berê dianîn û pê debara xwe dikirin. Lê ya ku derb li vê çandê xistî holên dawetan û enstrumanên modern û populer bûne.

Xweziya bi wan rojan

Aşiq Remezanê Hênê dibêje, piştî derketina van amûr û enstrûmanên modern hem mesrefa xwediyê dawetê dibe û hûnerê ew jî dikin di cihên biçûk de maye. Li gorî ew dibêje, berê her kes temaşevan û guhdarê wan bû, lê niha ew wek dengbêj, daholvan û zirnevan dibin temaşevanên dawetan.

 Dengbêj Remezan bi bîr dixe ku beriya bi 30-40 salan deşt, zozan, çiya, gund û bajar nediman, li hemûyan digeriyan, aşiqî dikirin û dibêje, “Em wek koçer û derwêşan li her deverê digeriyan. Me ji her çand û civaka welatê me mînakek ji wan digirt. Her şevê em li cihekî bûn û me konê xwe lê vedida. Dema ew dem, kar û rojên berê, civaka berê tê bîra min, dilê min diêşe yanî dilê min xera dibe. Dema ew rojên berê û feqîriya dinyayê tê bîra min, gelek caran jî hestewar dibim. Niha jî em di dewrek xêrnexwaz de ne.”

Aşiq Remezanê Hênê dibêje, çanda kilambêjiyê, xwe di ruhê wî de bi cih kiriye û niha ew li dengbêjî, kilam û stranan derdikeve weke xwedîderketina li çanda bapîr û dapîrên xwe. Remezanê Hênê dixwaze ku civak bêhtir li çanda xwe ya qedîm a pê mezin bûne derkeve.