Şaredariya Rezan a Amedê li gel qadên civakî û çandî di qadên zayendî de jî xebatên berbiçav dimeşîne. Şaredariya ku bi xizmeta zarokan derdikeve pêş, di demên dawî de ji bo jinan xebatên girîng dimeşîne. Şaredariya Rezan bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê "Jin ji bo Guhertin û Pêşketinê dibin xwedî Pîşe" ji bo 120 jinan perwerdehiya kursên cuda da destpêkirin. Ji van kursan 17 jin tev li perwerdehiya ajakariyê bûn û bi serkeftî perwerdehiya xwe qedandin. Projeya ku di çileyê 2011'an de dest pê kir, di mijdarê de bi dawî bû û 120 jin bûn xwedî pîşe. Jinên ku her roj di çarçoveya projeyê de rojê di nava 08.00 û 17.00'an de perwerde dîtin, kursên kompîtur, muhasebe, dîksiyon, ragihandin, têkiliyên gel û zayendiya civakî de perwerde dîtin, piştî saet 17.00'an her roj 2 saetan perwerdehiya kursên ajokariyê dîtin. Di nava 120 jinan de 30 jinan kursa elhiyeta pola E'yê dîtin û 90 jinan jî kursa pola B'yê dîtin. Ji 30 jinên ku kursa ehliyeta pola E'yê dît, jê 17 jin dê li şaredariyên Bajarê Mezin a Amedê, Peyas û Rezanan derkevin trafîkê û otobusan bajon. Li şaredariya Bajarê Mezin dê 7 li Peyasê 5 û li Rezan dê 5 jin bi tevahî 17 jin dê dest bi ajaokariya otobusan bikin. Jin piştî 2 mehan pratîkê bikin dê derevin trafîkê. 10 jinên ku li şaredariya Peyasê dest bi perwerdehiyê kirin dê di nava hefteyê de her roj saet di nava 13.00 û 17.00'an de derkevin trafîkê û ajokariyê bikin. 7 jinên din jî dê di rojên pêş de dest bi pratîkê bikin.

Jin dixwazin hunerê xwe  nîşanî civakê bidin
Jinên ku li Amedê yekem car derkevin trafîkê û ajokariya otobusan bikin, li aliyekî xwedî heyecanek zêde ne, li aliyê din jî xwe li hemberî bertekên erênî û neyînî yên civakê xwe amade dikin. Jinên ku yekem car dê derkevin trafîkê bi xwe bawer in. Jinên ku di 24'ê çile de li Şaredariyên Rezan û Peyasê dest bi perwerdehiya stajeriyê kirin, anîn ziman ku heyecana wan zêde ye. Jinan, anîn ziman ku dixwazin hunerê xwe nîşanî civakê bidin û diyar bikin ku ajokarî ne tenê karê zilam e, her wiha karê jinan e jî.

'Li gel her tiştî em dê bi ser bikevin'
Ji jinên ku ji bo ajokariya otobusê dest bi perwerdehiya stajeriyê kir Çîgdem Kaplan, diyar kir ku di pratîkê de performansek baş nîşan dide. Kaplan, anî ziman ku 8 jin bi hevre xebatê dikin û heta niha ji aliyê malbatê ve rastî tu astengî û bertekan nehatine. Kaplan, anî ziman ku ew dizane dê bi gelek mirovan re têkeve têkiliyê û ji niha de dixwaze pêşdarazê civakê yên li hemberî jinan bişkîne. Kaplan, destnîşan kir ku pir dixwaze ajokariya otobusê bike.
Endama ajokariya otobusan Fatma Karakaş jî anî ziman ku ew ji bin nivîsa di televîzyonekê de ji vê projeyê agahdar bû û piştî agahdar bû serî li şaredariyê da. Karakaş, ani ziman ku di destpêkêde rastî bertekê malbatê hat, lê ji ber ku ew bi biryar û dilxwaz bû niha ehliyeta pola E girt. Karataş, bilêv kir ku niha malbat alîkarî û piştgiriyê dide wê û bi wê kêfxweş in.
Karataş, destnîşan kir ku baweriya wan ji wan heye û ew dê bi serkevin.

'Me her tişt da ber çavê xwe û em hatin vir'
Jina bi navê Hatice Îz ku 6 meh e zewiciye jî anî ziman ku ew bi alîaiya hevalek xwe hat qeyda xwe çêkir. Îz, anî ziman ku ev proje ji bo wê şensek mezin e û wiha axivî: "Hevserê min ji min re got 'Jin çawa dê ehliyetê bistînin? Lê piştî ku ez beşdarî kursan bûm, min ehliyeta pola E stend. Ez niha dê derkevim trafîkê. Ez pir kêfxşeşim. Min her tişt da ber çavê xwe û ketim rê. Ez ji xwe bawerim ku bi ser kevim."

'Jin dê piştî perwerdehiyê  bi serbeti derkevin trafîkê

Serajokare Şaredariya Rezan ku li Parka Newrozê perwerdehiyê dide jinan Mehmet Kaya, anî ziman ku ji 24'ê kanûnê û virde dest bi pratîka dîreksiyonê kirine û wiha got: "Hêj negihiştine asta ku derkevin trafîkê. Dîsîplîna wan a xebatê û daxwaza wan gelek baş e. Baweriyê didin. Piştî perwerdehiyê dê bi hêsani derkevin trafîkê."
Kordînatora Projeyê Funda Îpek, jî anî ziman ku wan di 1'ê çileya 2011'an de dest bi projeyê kir û di 22'ê mijdara 2011'an de proje bi dawî kir û niha jî pratîkê dikin û wiha got: "Em xwe ji bo her alî amade dikin. Em dixwazin jin di her qada jiyanê de serkeftî be. Îpek, bilev kir ku her kes li benda roja ku jin derkevin trafîkê ye. Pişti serdema stajeriyê dê jin derkevin trafîkê. Me xwe ji bo hemû bertekan amade kiriye. Em bawer dikin ku em dê bi ser bikevin. 


PINAR URAL - DÎHA/AMED