Înîsiyatîfa Heq (Hak Inisiyatifi) li Amedê kampanyayeke peyivîna bi Kurdî da dest pê kirin. Di çarçoveya kampanyayê de çente, înfografîk û tîrikên xwendinê yên li ser wan hevok û peyvên Kurdî dinivîsin tên belavkirin. Ev tiştên li pirtûkfiroşan hatine danîn, diyarî miştiriyên pirtûkfiroşan tên kirin.

Şirketa lêkolînê ya bi navê Rawest Araştırma, beriya niha li Amed, Mêrdîn, Wan û Rihayê lêkolînek li nava ciwanên 18 ta 30 salî de kiribû. Di vê çarçoveyê de bi 600 kesî re hatibû peyivîn. Derketibû holê ku adeta peyivîna bi Kurdî pirr kêm e. Di encama vê lêkolînê de Inîsiyatîfa Heq ji bo ku Kurdî li jiyana rojane vegerîne, xebatek da destpêkirin. Erê 600 ciwanên zimanê wan ê dayikê Kurdî beşdarî anketa lêkolînê bûn, lê tenê 80 ji sedê wan hem bi Kurdî dipeyivî û hem jî ji Kurdî fêm dikir. Daneyên din jî ev bûn, tenê ji sedî 10´ê nûçeyên Kurdî ji Înternetê û televizyonê dişopandin.

Bila Kurdî bibe zimanê fermî

Ecêb jî ew e, kesên beşdarî anketa lêkolînê bûyî, 86 ji sedê wan dixwaze zarokên wan fêrî Kurdî bibin. Ji van jî 68 ji sedî dibêjin, ew ê karibin bi xwe bikin ku zarokên wan fêrî Kurdî bibin, 32 ji sedî jî dibêjin, ew ê bi xwe nikaribin ji heqî vî karî derkevin. Ji vî 600 kesî pirseke din jî hatiye kirin; pirsa elaqedarî zimanî fermî; 71,5 ji sedî dixwazin Kurdî û Tirkî zimanê fermî bin û 13 ji sedî jî dixwazin tenê Kurdî zimanê fermî be. Herçî dibistan e; 4 ji sedî dixwazin zarokên xwe bişînin dibiatanên bi Kurdî û Tirkî, û 18 ji sedî jî dixwazin zarokên xwe bişînin dibsitanên tenê bi Kurdî.

Kampanyaya hatiye destpêkirin wê karibe bê mezinkirin, yan jî gelo bi hevkariya bi Platforma Zimanê Kurdî re ew ê karibin tesîreke mezintir bikin, wê rojên li pêşiya me zelal bibe. Lê em ji niha ve dikarin ji înîsiyatîfê re bibêjin, malperên xwe, û hesabên xwe yên medya civakî jî ne tenê bi Tirkî, her wiha bikin bi Kurdî.

 

AMED