Seroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz got; "Hikûmeta AKP'ê ji ber komkujiyên pêk anîne û ji bo aştiyeke birûmen divê gav biavêje.
Ji bo bîranîna êrîşên 28'ê Adarê û ji pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz û Mazlum Dogan jî di nav de kesên ku di meha Adarê de jiyana xwe ji dest dane, li Amedê bi tevlîbûna bi hezaran kesî meşek hat lidar xistin. Meş ji aliyê MEYA-DER û BDP'ê ve hat lidarxistin.
Girse qedexe nas nekir
Bi hezaran kesên ku li ber mizgefta Şefîk Efendî lihev civiyan, destpêkê rastî astengiya polîsan hatin. Walîtiya amedê meş qedexe kir. Girsê jî li ser vê yekê bê navber dirûşme got û israra xwe ya meşê anîn ziman. Li ser astengkirina polîsan girse kom bi kom derbasî goristana Yenîkoyê bû. Li vê derê tevî Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, rêveberên BDP û Serokê MEYA-DER'a Amedê Leyla Ayaz bi sedan kes tevlî bûn. Ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe jidest dane destpêkê rêz hat girtin û sirûda "çerxa şoreşê" hat xwendin. Paşê girsê dest bi meşê kir.
Di meşê de posterên Mahsun Korkmaz, Mazlum Dogan, kesên ku di bûyerên 28'ê Adarê de jiyana xwe jidest dane û wêneyên HPG'iyan hatin vekrin. Malbatên kesên ku di bûyerên 28'ê Adarê de jiyana xwe jidest dane di pêşiya meşê de cîh girtin.
'Heta azadiyê berxwedan'
Piştî meşê girseyê, li ser gora Tarik Ataykaya rêz girt. Parlementera Amedê Nursel Aydogan li vir axivî û ji bo kurdan bal kişand li ser girîngiya meha Adarê. Aydogan got; "Gelê kurd ji bo azadiya xwe bedelên giran dan, wê bedel bide jî. Heta ku gelê kurd bigihîje azadiya xwe ew ê berxwedana xwe bidomîne."
'Bila AKP gav biavêje'
Piştre Seroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz daxuyanî da û wiha axivî: "Bedenên zarokên vî gelî hat parçekirin. Gelê kurd qasî ku li hemberî vê wehşeta mezin aştiyê bixwaze birûmet e. Divê AKP dev ji eziyeta xwe ya li ser malbatên diçin cenazên xwe bigirin berde. Ji bo aştiyeke birûmet divê hikûmeta AKP'ê gavên pêwîst biavêje."
Piştî daxuyaniyê girsê çû serdana gorên gerîllayên HPG û qurnefîl danîn ser gorên wan.
DÎHA/AMED