Li Amedê 100 zarokên ji Kobaniyê ku temenên wan di navbera 6-12’an de diguhere li Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Amedê dest bi perwerdeyê kirin. Xwendekarên ku wê lêçûnên wan ji aliyê şaredariyê ve bên dayîn, hefteyê 5 rojan wê perwerde bibin. Zarokên ji Kobaniyê wê bi tîpên latînî li gel dersên Kurdî, Erebî û Îngîlîzî dersên muzîk, wêne û folklorê bibînin.
Zarok hefteyê 5 rojan wê 20 saetan perwerde bibin û du setan bi Erebî û Îngîlîzî û 6 saetan jî dersa Kurdî heye. Her wiha hefteyê du saetan matematîk, anatomî û dîroka Kurdistanê jî di nava dersan de ne.  Zarok wê ji bo siheta baş şîr jî vexwin, ku ji kîsê şaredariyê ye.

Dersên hunerê jî tên dayîn

Xwendekarên Kobanê ku temenê wan di navbera 6-12’an de diguhere li gorî temenê wan li 4 polan hatin bicihkirin.  Li gel dersên perwerdekirinê wê dersên hunerî jî bên dayîn.  Dersên wêne, folklor û muzîkê jî wê bê dayîn.  Xwendekar û mamosteyên Kobanê wê lîstikên herêmî yên Kobanê nîşanê yên Amedê bidin û yên Amedê jî wên yên Amedê wê nîşan bidin.  Di pêvajoya pêş de wê lîstikek bi navê ‘Drama Zarokên Kobanê’ wê ji aliyê zarokên Kobanê ve bê lîstin.
Pênc mamosteyên ji Kobaniyê jî i hefteyên destpêkê de wê mamosteyên Kobanê û yên Mala Perwerdê wê bihev re dersê bidin.
Xwendekarên dest bi dersan kirin bi malbatên xwe re hatin.  Xwendekar û malbat li Salona Civînê ya Mala Pewerdê bi hevşaredar Bîrsen Kaya Akat û Eşref Guler re hatin cem hev. Akat axivî û got ew ji ber koçberiya gelê Kobanê gelek xemgînin û got ev mala we ye, hun hatin welatê xwe, ev der jî mala we û axa wa ye. Eşref Guler jî di axaftina xwe de got, hovîtiya li Kobanê pêk hatiye komployek navneteweyî ye û hebûna Kurdan gelek dewlet nerehet kirine.

Piştî axaftinan ji bo xwendekaran alavên dersan hatin diyarîkirin.  Xwendekar jî çûn sinifên xwe û dest bi dersan kirin. 

AMED