Komên Helbest û Xwendinê yên Amedê, bi munasebeta 15’ê Gulanê Roja Zimanê Dayikê, li Amedê pêr êvarê çalakiya muzîk û helbestê li dar xist. Di çalakiyê de ku xelkê jî gelekî jê hez kir, pirtûkên çîrokên zarokan bi Kurdî hatin belavkirin. Her wiha nivîskar û helbestkarên komê pirtûkên xwe jî belav kirin.

Komên Helbest û Xwendinê yên Amedê ev şahiya hanê li Park Orman a Navçeya Kayapinara Amedê weke çalakiya muzîk û helbestê organîze kir. Di çalakiyê de çîroka Qedrîcan hat xwendin.

Di destpêka çalakiyê de ji endamên koman, Helbestkar Roza Metîna û Mehmet Sait Arzu 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir û behsa taybetmendiya Roja 15’ê Gulanê kir. Piştre hunermend Samet Îpek strana ‘Zimanê Kurdî’ got. Piştî stranê, Helbestkar Încî Egîd helbesta xwe ya li ser zimanê Kurdî xwend.

Ji bo Guven helbesta hepsiyekî

Helbesta, Helbestkar Mem Farqînî yê ku di Hepsa Rihayê de ye û di heman demê de di greva birçîbûnê de ye, ya ji bo Leyla Guvenê jî di çalakiyê de hat xwendin. Helbesta bi navê ‘Xweşika Şevê Leyl’ ji aliyê Mehmet Sait Arzu ve hat xwendin. Piştre, Sevgul Şaşmaz helbesta Celadet Elî Bedirxan, Seyhan Şaşmaz jî çîrokeke Qedrîcanî xwend. Her wiha Endama Koma Xwendinê Remziye Onen jî helbesta Celadet Elî Bedirxan a bi navê ‘Şeva we xweş be’, Helbestakar Sultan Yarar û Zozan Gulan jî helbestên xwe, xwendin.

Piştî gotina stranan û xwendina helbestan çîrokên bi Zimanê Kurdî li zarokan hat belavkirin û çalakî bi vî rengî bi dawî bû.

 

MA / AMED