Komên çete yên ku ji hêla dewleta Tirk ve li dijî destkeftiyên rojavayê welat tên xwedîkirin, pêr dîsa êrîşî dewriyeye YPG’ê kirin. Di êrîşa hovane de şervanek şehîd ke, du şervan jî birîndar bûn. Her wiha 4 êrîşkar jî hatin kuştin.

Pêr dîsa komên çete êrîşê dewriyeya şervanên YPG’ê kirin. Yekîneya YPG’ê ya ku ji operasyona rizgarkirina riya Dirbêsiyê û Hesekê vedigeriya li nava bajarê Amûdê rastî êrîşa çekdarî hatin. Di encama êrîşa ya ku ji hêla koma bi navê 313’an ve pêk hatiye de, şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku ev koma çete têkiliya wê bi Tirkiyeyê re heye.
Êrîşa hovane pêr saet li dor 21.00’an de pêk hat. Hat diyarkirkirin ku dema yekîneyek YPG’ê ji aliyê Hesekê ve dihatin, li nava bajêr rastî êrîşa çekdarî ya komek çeta hatine. Di encama êrîşa ku bi çekên giran pêk hat de şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da, 2 şervan jî birîndar bûn.
Piştî êrîşê şervanên YPG’ê li nava bajêr operasyon da destpêkirin. Li aliyê din hemû noqteyên ketin û derketina bajêr ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin girtin, ketin û derketina bajêr hat qedexekirin.

Çeteyên Tirkiyeyê ne  

Hat hînbûn ku di dema êrîşan de koma bi navê 313’an a ku hemû hêza xwe ji Tirkiyeyê digire jî êrîş pêk aniye. Hat hînbûn vê komê berê de amadekarî kirine. Balkêş e ku komên êrîşkar çend roj beriya niha daxuyanî dabûn hinek malperan û gotibûn ku ew bi vî rengî nasekinin û amadekariyên êrîşê kirine.
Ji hêla din ve serokê berê yê Encumenî Niştimanî a Sûriyeyê ku navenda wê li Tirkiyeyê ye Ebdulbasit Seyda jî pêr li ser rûpela xwe ya facebookê peyamek ji bo heman koman weşandibû û gotibû ku ew piştgiriyê didin çalakiyên wan.  

Soza bilindkirina têkoşînê

Meclisa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), da xuyakirin ku çekdarên li Amûdê êrîşî yekîneya YPG᾿ê kirin û komên çekdar ên ji Bendava Şerqî ya Hesekê hatine derxistin. YPG’ê soz da ku dê planên dijî destkeftî û îradeya gelê Kurd vala derxînin, planger û çete wê bê hesab nemînin.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev komên çete di çarçoveya berjewendiyên welatên ku planan qirêj li dijî destkeftiyên gelê Kurd dikin tevdigerin û diyar kir ku serkêşiya van planên qirêj jî Dewleta Tirkiyeyê dike.
YPG’ê di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Em wek rêveberiya YPG’ê cara dawî van komên çete ku hewldidin fitne û tevlîheviyê bi armanca perçekirina gelê me bi xayîntî pêk bîbib, hişyar dikin. Her wiha em hêzên ku li pişt van çeteyan in hişyar dikin ku gelê Kurd û îradeya wî ya azadîxwaz wê li hember êrîş û planên wan bê deng nemîne.” 

ANHA/AMÛDÊ  




Ji TEV-DEM'ê hişyarî

Komîteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê diyar kir ku hin hêzên Kurd di nava tevgerê dene da ku fitne û tevlîheviyê di herêmên Kurdî de derxin û Şoreşa Gelê Kurd a azadîxwaz têk bibin. TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku çapemeniya PDK᾿a Iraqê jî di nava kampanya reşkirina li dijî hêzên parastina gelê Rojavayê Kurdistanê de cihê xwe digire.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji beriya çend rojan hinek aliyên Kurd ên bi berjewendiyên derve yên dijî gelê Kurd ve girêdayîne, bi hemû hêza xwe li dijî destkeftiyên gelê Kurd tevdigerin, xwestin fitne û tevlîheviyê li bajar û herêmên Rojava de derxînin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca van aliyan ew e ku tevlîheviyê derbixin û aramiya herêmên Kurdî ku ne di berjewendî û siyaseta dijminên gelê Kurd de ne, xirab bikin.
Di daxuyaniya TEV-DEM'ê de hate gotin ku hêzên rêjîma Baas komên çete yên bi navê Cêş El Şeabî (Artêşa Wetenî) avakirin û hewldidin welatiyan bitirsînin û aramiya herêmê xirab bikin. Her wiha komên çekdar jî bi navên cûda êrîşî destkeftiyên Gelê Kurd li Efrîn, Til Temir, Serêkaniyê, Hesekê û herêmên din dikin. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku tiştê mirovan matmayî û aciz dike ew e ku hin aliyên Kurd bi awayekî fermî di plangeriya li dijî destkeftiyên gelê Kurd de cih digrin û tevdigerin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev aliyên Kurd li dûrî exlaqê şoreşa aştiyane ku gelê Sûriyê bi hemû  pêkhateyên wê dane destpê kirin, tevdigerin û ev tişt hate gotin: ‘’Tişta ku dibe cihê metirsiya me daxuyaniyên komên çekdar li herêmê û yên hêzên Kurdî ku behsa wan têne kirin, di heman çarçoveyê de ne û hevdu digrin. Ji beriya demekê ve hin hêzên Kurdî bi armanca fitne û perçebûnê di nava gelê Kurd de derbixin, kiryarên ne di cih de kirin û nûçeyên derew belav dikin. Di vê yekê de rola çapemeniya Partî Demokratî Kurdistanî ya Iraqê (PDK) û bi taybet Zagros tv, Rûdaw, her wiha alîgirên PDK᾿ê li Rojavayê Kurdistanê yên wek Elpartî, Yekîtî û Azadî rola wan heye û şoreşê ji xeta wê ya rasteqîne derdixin.
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: ‘’Em wek TEV-DEM᾿ê van êrîşên reşkirinê ên bê exlaq ku li dijî hêzên parastinê yên Rojavayê Kurdistanê YPG û Asayîşê pêk tên şermezar dikin, bang li gelê xwe dikin ku xwedî li hêzên xwe yên parastinê derkevin û alîkariya manewî pêşkêş bikin.᾿̓
TEV-DEM᾿ê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şervanê YPG᾿ê Sebrî Gulo re xwest. 

QAMIŞLO




Şervanê YPG’ê spartin axe


Şervanê YPG'ê Îsa Selah Gulo (Sebrî Gulo) ku li Amûdê di encama êrîşa komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest da bi merasîmeke beşdariya hezaran kesî hate definkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Îsa Selah Gulo (Sebrî Gulo) doh ji aliyê bi hezaran kesan li Amûdê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê. Cenaze di saetên serê sibehê de birin mala malbata wî ya li Taxa Hilêliyê. Cenaze piştî lênêrîna dawî ya malbatê dîsa anîn Mizgefta Qasimo û ji wir ji aliyê sedan kesan ve ber bi goristana Şehîd Delîl Saruxan a li Taxa Meyselun ve hate birêkirin. Di merasîma ku rêveberên saziyan, meclîs û malên gel jî tevlî bûn de, wêneyên şervanê YPG’ê Gulo hatin vekirin û sloganên dilsoziya bi YPG’ê re hatin berzkirin.
Bi hezaran kes bi meşê cenazeyê Gulo birin goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li taxa Meyselun a Qamişlo.  Li goristanê Merasîm hate lidarxistin. Di merasîmê de li ser navê malbata şervanê YPG᾿ê Sebrî Gulo, Îbrahîm Gulo axivî û destnîşan kir gelê Kurd wê dev ji xeta xwe azadiyê bernede.