Bi armanca şermezarkirina van kiryarên kiriêt, şêniyên Amûdê xwe meşek lidar xistin. Welatiyan di meşa xwe da welatiyan doza darezandina vê komê û rayedarên wan ên li Hewlêr ne xwestin. Meşvana heta ber navenda hêzên Asayîşê meşiyan û ji wan xwestin ku vê komê bigirin û piştre berê xwe dan navenda Dadgeha Gel û ji wan xwest ku lêpirsînê veke û van kesan dadgeh bikin.
Di meşê de Sereka Meclîsa Amûdê Xalya Hec Qasim axivî û got: "Em ji hemû kesên ku destirêjiya li ser nirxên me dikin dibêjin ku şehîdên me xeta sor e, Em bi xwîna wan îro dijîn, pêwîste hemû şêniyên Amûdê bi yek destî helwesta xwe dijî van kesên çete nîşan bidin."
Dîwarê bêdengiyê şikand
Endamê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Beşîr Mele Newaf jî axivî û da zanîn ku kesên destdirêjiya nirxên şehîdan dikin xayinin û çetetî û koletiya hêzên dervene dikin. Newaf, destnîşan kir ku Şehîdan bi canê xwe ji bo azadiya gelê xwe feda kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev ne cara yekeme ku komên çete bi van kiryaran radibin, wêneyên şehîdên me diqetînin, Şehîd Cîhad li vê meydanê dîwarê bêdengiyê şikand. Ku yek kes tenê li Amûdê ma em ê welatê xwe ji xayinan re nehêlin û em ê wan bê hesab nehêlin."
Endamê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Senan Amûda jî da zanîn ku ew weke ciwan wê destên îxanetê bê hesab nehêlin.
Cîhad Dêrik navê rast Hisên Ebdela li herêma ên dîwer a Dêrikê di sala 1876'an de ji dayîk bûye, di sala 1993'an tevî nava xebatên siyasî bû û di 29'ê Hêzirana 1999'an de li Amûdê bi armanca şermezar kirina komploya navnetewî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan agir berda bedena.
Di 29'ê Hêzirana 2012'an de welatiyan navê meydana ku Şehîd Cîhad agir lê berda bedena xwe kirin meydana Şehîd Cîhad Dêrik.
ANHA/AMÛDÊ