Jin wê pêşengiyê bikin
Beşdarên meşê dema gihiştin qada Şehîd Cîhad Dêrik, ji bo Şehîdên Şoreşê deqeyek rêz girtin. Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Jiyan Senan li vir axaftinek kir. Senan di axaftina xwe de destnîşan kir ku jinên Rojavayê Kurdistanê wê di nav şoreşê de pêşengiya civakê bikin, rola xwe di qadên xebatê de bilîzin û wê felsefeya Ocalan ya ku azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdide esas bigrin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şoreşa Rojava şoreşa hemû gelê Kurd e û banga piştgiriyê hate kirin. Jinan di çalakiyê de her wiha berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) silav kirin. Di çalakiyê de bang li hemû gelê Kurd hate kirin ku ji bo şoreşa Rojava.
Piştî axaftinê jinên ciwan ber bi Riya Qamişlo meşiyan û li vir bi sloganan çalakiya xwe bi dawî kirin.
ANF/AMÛDÊ