Berxwedana çekdarî û berxwedana di warê çand û ziman de hevgirtina Kurdan qewîtir dike û bi vî awayî Şoreşa Rojava dibe hêviya hemû gelên li Rojhilata Navîn. Ji bo xebatên çand û hunerî û çapemeniyê pêş bikeve li Rojava gavên watedar tên avêtin. Li Kobanê, Dêrik Amûdê û Efrînê ligel hemû bêderfetiyan jî gel di warê çand û ziman de xebatên xwe diomîne.

Navenda Reşîdê Kurd a girêdayî Saziya Zimanê Kurdî (SZK), ku li Amûdê xebatên xwe dimeşîne, piştî dewreyên asta yekemîn û sêyemîn ên zimanê Kurdî, bawername belav kirin.
Bi munasebeta belavkirina bawernameyan li Navenda Reşîdê Kurd  merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku şagirt û malbatên wan amade bûn de, endana rêvebiriya Navenda Reşîdê Kurd Zekiya Oasman derbarê girîngiya perwerdeya zimanê Kurdî de axivî. Osman her wiha êrîşên komên çekdar ên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Li ser navê şagirtan jî, Şînda Elî û Rojîn Şiwêş axivîn û sipasiyên xwe pêşkêşî mamosteyan û rêvebiriya Navenda Reşîdê Kurd kirin. Merasîm bi belavkirina bawenamyan bidawî bû. 

ANHA/AMÛDÊ