Li Aschaffenburgê Kurdistanî fitirîn
RAMAZAN MARANKOZ
ASCHAFFENBURG
Li bajarê Elmanyayê Aschaffenburgê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) di meha Remezanê de her în û şemî xwarina fitarê dide. Ango qederê 80-90 malbatên Kurdistanî bi hev re difitirin û Kurdistaniyên elewî jî destekê didin vê bernameya Remezanê.
Di Fitara vê hefteyê de berdevka şûraya Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hatice Turhalli û Serokê Giştî yê CÎK´ê Hafiz Ahmet Turhalli weke qiseker amade bûn.
Di bernameya fitarê de qederê 120 Kurdistaniyî amade bûn û jinan jî pirraniya xelkê pêk dianî.
Bi moderatoriya Necdet Yilmaz, pêşî Hatice Turhalli peyivî û behsa mijara ‘Beriya û piştî Îslamê, jinê’ kir. Turhalli di axaftina xwe de bi ayetên di Qurana Pîroz de îşaret bi cihê jinê di civaka piştî hatina Îslamê de kir.
Hafiz Ahmet Turhalli jî behsa Îslamofobî û di dîn de nirxandina asîmîlasyonê jî kir. Turhalli wekî din exlaqê Îslamî jî nirxand û got, “Tirkiye, Erebistana Siûdî û Îran ên ku ji xwe re dibêjin Misilman, di exlaqa Îslamî de li rêzên piştî 70´yî de ne, û Îrlanda di rêza yekem de ye.”
Piştî axaftinan xwarina fitarê hat xwarin.