Di salên 1970’yan de li Asyayê di zêdebûna şêniyê de ‘teqîn’ çêbû, welatên Rojavayî bi pêşengiya DYA’yê ji bo vê yekê ketin nava liv û tevgerê. Ji bo çareserkirina vê “pirsgirêkê” Ajansa Geşedanê ya Navneteweyî ya DYA’yê, Bankaya Cîhanê û gelek saziyên din ên navnetewî bi taybet li welatên mezin ên Asyayê yên weke Çîn, Hidistan û Pakîstanê navendên xwe vekirin û dest bi xebatê kirin. Armanca van saziyan ew bû ku kurtajeke zagonî li welatên Asyayê were danîn û gel were agahdarkirin. Di vê mijarê de bi ser ketin jî. Klînîkên kurtajê bi taybet li Hindistan û Pakîstanê xwe gihandin her bajar û bajarokan. Ji ber bi kurtajê girtina zarokên keç, bû sedem ku hejmara zilaman pir zêde bibe. Pêkanîna kurtaja li hemberî zarokên keç, di salên 1980’yan de dest pê kir. Bi taybet li herêmên bejahî, malbatên ku zarokên keç naxwazin, serî li klînîkên kurtajên ne qanûnî didin.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, li welatên weke Çîn, Hindistan, Koreya Başûr, Teywan û Vîetnamê, hejmara zilaman bi awayeke pir ji ya jinan zêdetir bûn. Encamên pêkanînên van kurtajên ku di salên 1970-80’an de dest pê kirin, xwe niha didin der. Li gorî şîrketa Gallup, li Çînê ji her deh zilaman, jina ku pêre bizewice nikare peyda bike. Li Hindistanê jî ji her 10 zilaman du zilam nikarin bizewicin.
Li Çînê, tenê di salên 2008-2010 de ji zarokên temenê wan di navbera 0-5 de, hejmara zarokên nêr 32 milyon ji ya zarokên mê zêdetir bûnLi Asyayê pirsgirêkên weke zewicandina bi darê zorê, firotina bi next a jinên ciwan, karanîna mirovan ji bo fihûşê, mezintirîn pirsgirêkên civakî yên sedsala 21’ê yên welatên Asyayê ne.
Mînak, malbatên feqîr ên li Vîetnamê keçên xwe difiroşin dewlemendên Çînî û Koreya Başûrî û ev yek êdî li vî welatî bûye çavkaniyek a debarê. Ji ber vê yekê bi taybet li dereverên hejar ên Vîetnamê hejmara mêran ji ya jinan zêdetir bûye.
Bi awayeke dîrokî, di zêdebûna şêniya li welatên Asyayê de, li hemberî her 105 kuran, 100 zarokên keç dihatin dinê. Îro li welatên weke Hindistan û Vîetnamê, li hemberî her 112 zarokên kur, 100 zarokên keç têne dinê. Li Çînê jî li hemberî her 118 zarokên kur, 100 zarokên keç têne dinê. Li hin eyaletên vî welatî jî li hemberî her 130 zarokên kur, 100 zarokên keç têne dinê.
SERDAR EROGLÛ ANF/AMSTERDAM