Êrîşên qirkirina siyasî yên rejîma AKP/Qesrê yên li dijî HDP û gelê Kurd, li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi meşekê hatin şermezarkirin. Bi hezaran kes tevlî meşê bûn. Syrîza jî di nav de gelek komên çep, sosyalîst û anarşît beşdarî meşê bûn.
Bi sedan Kurdistanî li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Yewnanîstanê tevlî meşê bûn û pankarta bi nivîsa “Na ji dîktatoriya Erdogan re” hildan. Di meşê de dirûşmên “Terorîst Erdogan”, “Kujer Erdogan” hatin qîrîn û belavok hatin belavkirin.
Kurdistaniyan li ber Sefaretxaneya Bilind çalakî pêk anîn. Sekreterê Desteya Navendî ya Syrîza Panos Rîgas û Berpirsyarê Têkiliyên Derve ya Syrîza Yannîs Boûrnos Kurdistanî ziyaret kirin.
Li Zanîngeha Teknîkê ya Atînayê, 34 ji xwendekarên li ber cûntaya Serhengan rabûn, di 17’ê Mijdara 1973’an de di serdegirtineke danê sibehê de jiyana xwe ji dest dabûn. Bi sedan xwendekar jî birîndar bûbûn. Îsal jî bi dehan çalakî hatin lidarxistin û cûnta hate şermezarkirin.
Li akademiya Montrealê
hate şermezarkirin
Li bajarê Montreal ê Kanadayê, li Akademiya College de Maîsonneuveyê, ji hêla Meclîsa Jin a Kurd û Însîyatîfa Ciwanên Welatparêz ve stand hate vekirin. Li akademiyê ku bi hezaran xwendekar lê perwerde dibin, ji mêj ve bû ku faşîzma AKP’ê û qirkirina wê ya li Kurdistanê dihate vegotin. Têkildarî girtina hevserok û wekîlên HDP’ê û hevşaredaran, bi xwendekaran re gotebêjî hate kirin.
Li standê alên PKK, KCK, YPJ, YPG’ê hatin hildan û broşûrên bi 3 zimanan Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin.
Di bernameyê de ji bo kampanyaya îmzeyan a bi mebesta azadbûna hevserok û wekîlên HDP’ê destek hate xwestin.
ATÎNA/MONTREAL