Midûrtiya Şaxa Xizmeta Zarokan a bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokan bo siberojê baştir amade bikin Bernameya Piştgiriya Zarokan didomîne. Di çarçoveya bernameyê de zarok eleqeyeke mezin nîşanî atolyeyên Matematîk Jiyan û Lîstikên Aqilî û Dramayê didin. Her du atolyeyên li Sumerparkê tên edayîn 420 zarokên di navbera 7-14 salî de bêpere sûdê jê werdigirin.
Bi lîstikên aqilî ji matematîkê hez dikin
Zarokên ku beşdarî Atolyeya Matematîk Jiyan û Lîstikên Aqilî dibin, bi riya lîstikên aqilî matematîkê bi zarokan didin hezkirin. 210 zarok beşdarî vê atolyeyê dibin, di nava hefteyê de du sê saetan lîstikên aqilî û sê saetan jî dersa matematîkê tê dayîn û matematîkê bi awayekî dîtbarî nîşanî zarokan didin. Di atolyeyê de bi lîstikên wek kişik, sudoku, kupa aqilî, puzzle zarok hem kêfê dikin hem jî fêr dibin.
Hewl didin zarok afrîner bin
Di atolyeya Dramayê de jî hewl tê dayîn ku zarok civakî bibin, huner û behreyên xwe bi pêş bixin, pêşketina wan tê destekirin û baweriya wan bi wan tê peyitandin. 210 zarok ji vê atolyeyê sûdê werdigirin, zarok bi xwe lîstikên xwe çêdikin, ew bi xwe dilîzin. Atolye Cotmehê sala borî dest pê kirin û vê meha gulanê jî diqedin, bi nîşandana şanoyekê bi dawî tê.