Heyeta dadgehê der barê 3 kesan de bi sedama bi Kurdî axivîne û bi Kurdî stran gotine cezayê gritîgehê birî. Heyetê der barê 3 kesan de 18 meh cezayê girtîgehê birî û ev yek vegerand cezayê pereyan. Heyetê ev ceza vegeran cezayê pereyan û bi tevahî 10800 TL ceza birî. Dozgeriya Komarê ya Muglayê bi sedema Rêxistina BDP'ê ya Muglayê di 16'ê kanûna 2011'an de li Navenda Çanda Konak Alti kongre pêk anî û di kongreyê de "Muxalefeta partiyên siyasî kiriye" ji bo 3 kesan cezayê girtîgehê birî û ev cezayê girtîgehê vegerand pereyan. 

Dozgeriyê ji bo axaftin û stranên hunermend Mehmet Ali Çam ku di nava saetên şahiya kongreyê de got wekî delîla sûc nîşan da. Dîsa axaftina endamê Meclisa BDP'ê Hayrî Ateş ya bi zimanê Dimilî û axaftina Serokê BDP'ê yê berê Mehmet Polat wekî sûc nîşan da. Pişti ku dozgeriyê doz vekir 1'emîn Heyeta Dadgehê Asliye ya Muglayê jî di 27'ê Sibata 2013'an de ceza da. Heyetê bi hinceta 3 siyasetmedarên Kurd li dijî zagona partiyên siyasî tev geriyane ji bo her kesekî 6 meh ceza birî. heytê ev ceza vegerand cezayê pereyan û ji bo her kesekî 3 hezar û 600 TL cezayê pereyan birhî. Hunermend Çam û rêveberên BDP'ê diyar kirin ku ew dê vê yekê îtîraz bikin. 

MUGLA