Dewriyeyên hevbeş ên polîsên eskerî yên Rûsyayê û Meclisa Leşkerî ya Babê li ser xeta di navbera hêzên Meclisa Babê û çeteyên ser bi dewleta Tirk a dagirker, ji nû ve dest pê kir. Doh jî ev dewriye hatin dîtin.

Dewriyeyên hevbeş li bajarokê El-Erîme yê rojhilatê bajarê Babê ber bi gundê Korhoyik, Kawiklî, Ceb Mexzûm ên gundewarên rojhilatê bajarê Babê li ser xeta di navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên dewleta Tirk de dest pê kir.

Dewriyeyên hevbeş ji 2 panzêr ên polîsên eskerî yên Rûsyayê, 2 wesayitên zirxî yên hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê, her wiha fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cuma pêk tê. Dewriyeyên hevbeş li gundên navbirî digerin da ku rewşa herêmê û nuqteyên çavdêriyê yên li wan gundan bişopîne.

Fermandarê deverê Yûsif El-Bab got, ji roja sêşemê ve dewriyeyên hevbeş li ser xeta eniya rojhilat a bajarê Babê di nava gundên di navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên dewleta Tirk  a dagirker de dest pê kiriye.

 

ANHA / MINBIC