Li bajarê Fransayê Strasbourgê çalakiya 14 Kurdistaniyan a greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger di roja xwe ya 137´an de dewam dike. Serdanên ji bo piştgiriyê jî bê navber dewam dikin. Doh ji bajarê Elmanyayê Lahrê û derdora wî ji bo destekê bidin çalakgeran li Strasbourgê bûn. Di navê de endamên meclîsa Gel a Lahrê jî, gelek kes bi gotina sloganan çûn meydana çalakiyê ya li navnîşana “273, Avenue Colmar”.

Endamê komîteya amadekar Serhat Agirî, li vir çû pêşiya milet, û di biwara rewşa siheta çalakgeran de milet agahdar kir. Agirî got, ji ber ku di roja 136´an (îro 137) a çalakiyê de ne, çalakger nikarin zêde tevbigerin, lê moralê wan baş e û bi biryardarî çalakiya xwe dewam dikin. 

 

 STRASBOURG