
Yekemîn kovara qerfî ya bi Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê Tewlo, 9’ê Nîsana 92’yan dest bi weşana xwe kir û piştî 13 hejmaran kovarê ala xwe dewrî kovara Pîneyê kir. Lê şûna wan di weşana qerfî ya Kurdî de hê jî nehatiye dagirtin.
Dema mijar dibe Kurd, heta cihekî zilm û êş dibe ku rewa bê dîtin. Bêguman ew qas hovîtiyên ku li Kurdistanê pêk tên û ew qas êşên mezin bandoreke xwe jî heye. Ji ber wê jî heta astekê di çapemeniya Kurdistanî de jî ev cih digire. Di aliyê guftûgoyên kevnare yên çanda Kurdî de pirsgirêkeke nayê dîtin. Her çendî ji bo civaka Kurd peyva “gelên bi êş” bê gotin jî ji dûr ve dema tu lê binihêrî, li dijî hemû êş û zehmetiyan jî kevneşopiyeke wan a qerfî heye. Yanî gelek Kurdên qerf û henekan dikin jî hene.
Kê xwe da ber barê Tewlo?
Kurd bi qasî ku êşên xwe jî hildin henekê xwedî giranî û rastiyê ne jî. Ji bo wê jî em dikarin kovara qerfê ya Tewlo wekî yekemîn kovara qerfê ya çapemeniya Kurd pênase bikin. Tewlo tê wateya ‘ne ecibandinê’ û 9’ê Nîsana 1992’yan hatiye derxistin, gerînendeyê wê Xelîl Ziravav (Halîl Încesu) ye. Ev kovara qerfî ji derveyî Kurdî, beşek jî bi Tirkî ye û gelek kesayetiyên hêja yên weke Mûsa Anter, Îsmaîl Beşîkçi, Dogan Guzel, Saydoş Xirabxoş, Can Baytak, Selîm Canhiraş, Burcu Durusu û Luis Garcia jî di kovarê de cihê girtiye. Xebata Tewloyê, tenê bi qerfê re bi sînor nemaye. Hingê ku şer herî zêde xwe li Kurdistanê dida hîskirin, Tewlo di heman demê de barekî şoreşgeriyê jî digire ser milê xwe. Xelîl Ziravav diyar dike ku gelek balkêş e ku hingê her çendî şer dijwar bû û zext zêde bûn jî ji derveyî gefên bi rêya telefonê, bi tu zoriyan re rû bi rû nemane. Kovara Tewlo, di xebatên xwe yên destpêkê de bêguman bi zehmetiyan re jî rû bi rû bûye û ji ber ku karekî destpêkê ye, hinekî bê tecrûbetî jî xwe daye der. Dibe ku sedema wê jî ew be ku pirr zû weşana xwe bi dawî kiriye. Her wiha tevî ku kovar ne li Kurdistanê bûye, her çendî gelek xebatkarên wê Kurd in jî lê piranî bi Kurdî nidizanîn, bi giştî li Kurdistanê nedijîn. Vê jî bandor li ser Tewlo kiriye ku ji gelek berhemên li Kurdistanê sûdê wernegire. Lê dîsa jî Tewlo divê wek mîladekê bê dîtin.
13 hejmar derçûn
Kovara Tewlo bi giştî 13 hejmar weşandin û 2’yê Tîrmeha 1992’yan ala xwe dewrî kovara xwerû bi kurdî ya bi navê Pîne kiriye û weşana xwe bi dawî kiriye. Bêguman Tewlo wekî gelek kovarên paşverû û yên pergalê wisa bi pereyekî zêde nehatiye xurtkirin. Gelek rewşenbîrên ku kovar derxistine, bi derfet û xebata xwe ev berhem afirandine. Rewşenbîrên Kurd ên ku di hemû serdemên şerî de nivîs ji pênûsa xwe kêm nekiriye, di vê rêyê de ku vekirine, her dem bûn hêviya gel. Îro ji bilî "Golika" girtiyên azadiiyê bixwe, ev meydana qerf, henek û pêkenînan xalî û vala ye. Kesên ku bi dirûşma “Polîtîkayên dewletê di navbera gelan de cudahiyê vedikin” ketin rê, bi têkoşîna Tewlo û çapemeniya azad îro hemû polîtîkayên dîktotoran pûç dikin. Bi her halî, wekî doh divê îro jî li dijî zilm, zordarî û faşîzmê ji hemû êrîşên dîktatorî re civak bibêje ‘na’ û têkoşîna xwe xurt bike.
NAVENDA NÛÇEYAN