Li bajarê Basel ê Swîsreyê, wê di navbera 8-12’ê Adarê de Hefteya Çanda Kurd a Baselê pêk were. Bernameya 5 rojan a hefteyê gelekî dewlemend e. Mijara bingehîn a hefteyê wê bajarên Sûr û Cizîr ên Bakurê Kurdistanê bin, ku dîroka wan a çandî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye tinekirin. Di çarçoveya bernameya hefteyê de wê lîstikên şano werin lîstin, konser, şevbêrk û fîlm bên pêşkêşkirin.
Her wiha bi beşdariya Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, hevsera Tahîr Elçî yê ji aliyê dewleta Tirk ve hat kuştin Turkan Elçî, nivîskar Mehmet Bayrak û Parlamenterên Kantona Baselê wê gelek panel û hevpeyvîn werin lidarxistin.
Hefteya çandê wê 8’ê Adarê roja Çarşemê bi çalakiyek li salona Basel Ûnîonê dest pê bike. Berdevkê TEV-ÇAND a Swîsreyê Azad Karahan der barê Hefteya Çanda Kurd de agahî dan û ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kir. Karahan da zanîn ku ev 8 meh in ew amadekariyên Hefteya Çanda Kurd a Baselê dikin û ragihand, mijara bingehîn a hefteyê wê Sûr û Cizîr bin, ku mîrateya wan a dîrokî ji aliyê dewleta Tirk ve hat tinekirin.
Karahan got, “Em li bendê ne Kurdistanî û dostên wan ên li Baselê û derdora wê dijîn tevlî bibin.”
Bernameya 5 rojan a Hefteya Çanda Kurd a Baselê bi vî rengî ye:
8’ê Adarê, saet 18:30, Salona Ûnîon, Klybeckstrasse 95- 4057 Basel
9’ê Adarê, saet 19.00, Plattform Querfeld, Dornacherstrasse 192
10’ê Adarê , saet 18.30, Salona Ûnîon, Klybeckstrasse 95- 4057 Basel
11’ê Adarê, saet 19.00, voltahalle, voltastrasse 27- 4067 Basel
12’ê Adarê, saet 17.00, Theatere, Munsterplatz 8 – 4051 Basel
SERKAN DEMÎREL / ANF / BASEL