
Piştî ku artêşa Iraqê ya di bin kontrola Serokwezîrê Iraqê yê Şiî Nûrî El Malikî de ber bi herêmên bi nakok ên di navbera Başûrê Kurdistanê û Iraqê de hate şandin, krîza di navbera her du aliyan de êdî gihişt pêvajoyeke nû.Hat ragihandin ku duh li bakûrê Tîkrîtê pevçûnek qewimiye û di encamê de 12 leşkerên Iraqê û sivîlek hatine kuştin.
Çavkaniyên ji herêmê jî dan zanîn ku ev bûyer di encama pevçûnê de rû nedaye, tê diyarkirin ku êrîşeke bobmeyî li dijî karwana leşkerî ya Iraqê pêk hatiye. Ev demek dirêj e ku li bajarê Tîkrîtê ku ev bûyer lê qewimiye, artêşa Iraqê li hemberî hêzên çekdar ên Îslamî yên radîkal operasyonan pêk dianî.
Roja Înê pevçûn qewimîbû
Roja înê di navbera hêzên her du aliyan de pevçûnek çêbibû û di encamê de kesek jiyana xwe ji dest dabû. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ferman dabû hêzên Pêşmerge ku “ji hemû pevçûn û hemû rewşan re amade bin”. Parlementoya Herêma Kurdistanê jî danezanek belav kir û aşkere kir ku Hêza Operasyonê ya Dîcle ya ku tê gotin bi armanca “li dijî terorê” hatiye avakirin, ne rewa ye û ne li gorî yasaya Iraqê ye.
Piştî Dîcleyê alozî dijwatir bû
Di van demên dawiyê de têkiliyên di navbera rêveberiya Hukûmeta Navendî ya Iraqê û Hukûmeta Herêma Kurdistanê her ku diçin aloztir dibin. Ev aloziya ji ber ku para Herêma Kurdistanê ya ji petrol û dahatên din ên welêt nayên dayin dest pê kirin. Piştî ku hêza Dîcleyê hate avakirin, aloziya di navbera her du aliyan de dijwatir bû. Ev hêza Dîcleyê piştî xwest di serî de li Kerkûkê, li gelek bajarên Kurdistanê bi cih bibe, li rastî berdekek tund a rêveberiya Herêma Kurdistanê hat. Şandina van hêzên artêşa Iraqê ber bi Başûrê Kurdistanê ve, ji aliyê Kurdan ve weke hewldaneke provakatîf hate binavkirin. Jixwe li van bajarên bi nakok hêzên Pêşmerge hene û bajaran diparêzin.Tê diyarkirin ku ev hêza Operasyonê ya Dîcleyê ji bo serweriya Kerkûk û bajarên din ên bi nakok (Musil, Xaneqîne...) bi dest bixe hatiye avakirin. Bi heman awayi dixwazin Meclîsa Bajêr a Kerkûkê jî dixwaze ku Hêza Operasyonê ya Dîcleyê were belavkirin li şûna wê Kurd û Tirkmen cih bigirin.
Xizmeta leşkerî ya neçarî
Hêzên Pêşmerge yên ku parastina Başûrê Kurdistanê pêk tînin, li gel ku di destê wan de çekên hêzên hewayî tune ye, lê gelek çekên giran û wesayitên zirxî hene. Li gelek hêza yêdek, zêdetirê 250 hezar pêşmerge hene. Li Başûrê Kurdistanê leşkeriya neçarî tune ye, lê tê diyarkirin ku hejmara hêzên profesyonel ên Pêşmergeyan derdora 250-400 hezar e.
Nêzî 350 hezar leşkerên artêşa Iraqê jî hene. Li gorî yasaya Iraqê diviyabû ji sedî 17ê artêşa Iraqê ji Kurdan pêk bihata, lê ev rêje tenê ji sedî 4-5 e. Butçeya artêşa Iraqê salane 15-20 milyar dolar e. Ji bo nûjekirina artêşa Iraqê di warê cebilxaneyan de gelek hewldan tên kirin.
Li gorî hin çavkaniyan, li Iraqê xizmeta leşkertiya neçarî tune ye, lê Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malikî dixwaze xizmeta leşkerî ya neçarî bîne. Balkêş e ku ev mijar di demekê de ku aloziya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de dijwar dibe hate rojevê.
ANF/HEWLÊR
PKK: Em bêdeng namînin
Berpirsê peywendiyên derve yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Ehmed Deniz ragihand ku ger êrişê Herêma Kurdistanê bê kirin, ew bêdeng namînin. Deniz, li ser navê PKK'ê daxwaz ji artêşa Iraqê kir ku xwe ji şiddetê dûr bixe.
Ehmed Deniz di daxuyaniyek ji bo çapadoh ya rojnameya Awêne ku li Herêma Kurdistanê derdikeve de li ser aloziyên vê dawiyê yên navbera pêşmerge û artêşa Iraqê yên li ser navçeyên veqetayî wiha got: "Kurd di demekî pir hestyar de derbas dibin, ji her alî ve êriş û leşkerkêşî li dijî wan hene. Li bakur, rojava û başur şer difiroşin Kurdan. Lewra pêwîste berî her tiştî Kurd fikra yekitiya neteweyî bikin. Ji ber ku ev dewletane her yek ji aliyê xwe ve dixwaze Kurd nebin xwediyê destkeftî û azadiya xwe, mafê xwe bi dest nexin. Lewra pir pêwîste Kurd hêza xwe dirûst bikin."
Berpirsê peywendiyên derve yê PKKê tekez li ser wê yekê kir ku ger êrişa Herêma Kurdistanê bê kirin partiya wan bêdeng namîne. Deniz ragihand ku Kurd gelekî aştîxwaze û ne li dijî ti gelekê ye. Deniz got: "Em hêvîdarin ku aloziyên navbera Herêma Kurdistan û artêşa Iraqê de negihe şer, belkî bila carekî din artêşa Iraqê biryara xwe di ber çavan re derbas bike û ji şiddetê dûrbikeve."
Ehmed Deniz bangewaziya PKKê gihand partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê û wiha dibêje: "Em daxwaz ji wan dikin ku yek deng û yek helwesta wan hebe... Yekgirtina Kurdan wekî nan û avê pêwîste. Lê em dûbare dikin ku em li dijî her êrişekî li dijî gelê Kurd bêdeng nabîn, ji ber destkeftiyên Kurdan ji bo me xeta sor e."
HEWLÊR