SEYÎT EVRAN / SILÊMANÎ

Parlamena Başûrê Kurdistanê îro dicive. Rojeva parlamenê wê hikumeta nû û Serokatiya Herêmê be. Li Başûrê Kurdistanê di 18’ê Sibatê de ji ber ku PDK´ê bi Goranê re peymanek çêkiribû, YNK tevlî civîna parlamena Başûrê Kurdistanê nebûbû.

Xelk nerazî ye

Gelên Başûrê Kurdistanê nerazîbûneke mezin nîşanî peymana di navbera PDK û Gorranê da. Gorranê ji endamên xwe re diyar kir ku ji bo ku ew di rêveberiya hikûmeta herêmî de cih bigirin, ew tevlî van civînan bûne. Lê dîsa jî gelên Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe ya li hemberî Gorranê domand. Ev peyman di 17’ê Sibatê de hate kirin. Yek ji sedema nerazîbûnan jî ev e ku di 17’ê Sibata 2011’an de gelê Başûrê Kurdistanê ji bo protestokirina PDK´ê û rêveberiya wê li Silêmaniyê daketibû meydanan û Nûneriya PDK’ê ya li Silêmaniyê dabû ber keviran. Hingê asayîşê gule li gel reşandibûn. Di vê êrişa hêzên ewlekariyê de gelek xwepêşander hatibûn qetilkirin. Yên ku hatibûn qetilkirin jî alîgirên Gorranê bûn. Piştre li Hewlêrê avahiya Gorranê hate şewitandin. Ji ber ku Gorranê di salvegera bûyereke wisa de peymanek îmze kiribû, endamên wê nerazîbûn nîşan da.

Di peymanê de çi heye

Peymana di navbera PDK û Goranê de ji aliyê rêveberê PDK’ê Dr. Roj Nûrî Şaweys û Berpirsê Muzakereyan ê Gorranê Celal Cewher ve li Selahaddînê hatibû îmzekirin. Li gorî Gorranê, di vê peymana ji bo 4 salan de, Alîkariya Serokatiya Herêmê, wezaret û asayîş jî di nav de wê 48 peywiran bidin wan. Li gorî medyaya PDK’ê jî peyman li ser 30 xalan e, 18 xal li ser hevkariya beşdariya hikûmeta Herêma Kurdistanê ne û 12 xal jî derbarê têkiliyên Hewlêr û Bexdayê de ne. Li gorî vê peymanê, hate îddîakirin ku 8 berpirsyarên di Meclîsa Asayîşê ya Herêma Kurdistanê de wê radestî Gorranê werin kirin.

Rayedarekî Gorranê yê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, piştî peymanê gotibû, “Ji ber ku gelek daxwazên me bi cih hatin, em kêfxweş in. PDK bi erênî nêzî vê fikrê dibe ku 12 ji sedê berpirsyariyan ên Gorranê bin.”

Li gorî rayedarên PDK’ê Alîkariya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Wezareta Maliyeyê, Wezareta Avadaniyê, Wezareta Xebat û Karên Civakî, Sekreteriya Giştî ya Pêşmergeyan, Alîkariya Serokwezîriya ji Reforman Berpirsyar wê bidin Gorranê. Di heman demê de Gorran wê endamekî û 7 rayedaran bişîne ji Musteşariya Konseya Ewlekariyê û 3 nûneran bişîne Buroya Karên Derve.

Alî daxiyaniyên dijber didin

PDK´ê di rojên dawîn de beşeke peymanê înkar kir. Yek ji tiştên ku PDK înkar dike jî Alîkariya Serokatiya Herêmê ye. Tê diyarkirin ku vê peymana di navbera PDK û Gorranê de ya ji bo 4 salan, alozî tê de çêbûye. Li gorî rewşenbîr, pisporên siyasetê yên Başûrê Kurdistanê, PDK bi peymanan hem dixwaze Gorranê bixapîne hem jî YNK’ê.

PDK’ê bi înkarkirina peymana bi Gorranê re dixwaze YNK’ê nerm bike. Lê YNK jî asta daxwazên xwe zêde kir. YNK niha jî qala Serokatiya Herêmê dike. Rayedarên YNK’ê diyar dikin, heke Serokatiya Herêmê nedin wan, divê teqez alîkariya Serokatiya Herêmê bidin wan.

YNK’ê diyar kir ku ew ê sibe beşdarî civîna Parlamenê nebe û li gorî texmînan, PDK jî wê peymana bi Gorranê re, têkiliyên Bexda û Hewlêrê û hilbijartina waliyê Kerkûkê bîne rojevê. Tê zanîn ku dema YNK tevlî wê civînê nebe, di van rojevan de ti carî çareserî wê pêk neyê. Doh heyetek li ser navê PDK’ê li Silêmaniyê bû û çav li rê bû bi YNK’ê re bicive. Îro jî parlamen dicive. Di van civînan de wê zelalbûnek derkeve holê.