Dema Birêz Ocalan li Romayê bû li ser dewletbûna Kurdan li Başurê Kurdistanê axifî û gotibû; “Em ne li dij dewletbûna Kurda ne li Başur, lê bila li ser keleyê me nebe.” Dem û dewran hat guhartin, hemû dek û dolbên hêzên navnetewî li ser tevgera PKK puç derketin, îro gelê Kurd li her derê hêze heta li Başurê Kurdistanê jî. Lê îro vê herêmê careke din piştî êrişên pilankirî ya DAÎŞ’ê û piştî bûyerên Mûsil pilanên nû dikeven rojevê. Ne tesadufe yekser piştî van êrişan, çakên giran ên li Mûsilê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê hatin desteser kirin, guhestin Rojava. Ev 5 rojin şerêkî dijwar li hember gelê Kurd li Kobanê dest pê kiriye. Yekînyên Parastina Gel (YPG) û xelkê Kobanê berxwedaneke bê hempa nîşan dide.
Balkêşe ku berî êrişên li ser Kobanê Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî çû Perlemana Herêmê û daxwaza refrandumê li ser herêmên ji Başurê Kurdistanê hatine qutkirin kir. Piştî çend roj derbas bûn li ser vê daxuyaniya Barzanî, etmosfêr û daxwuyanî ligel û dijberê di herêmê da li ser dewletbûna Kurdan derketiye holê. Tirkiye tevî bêdengiyê av ji devê wan tê xwar. Îran dijberiya tund nîşan dide. Îsraîl ji berê vê piştgiriya ji bo avabûna dewleta Kurd dabû. Emerîka û Îngilîstan tevî fikarên xwe lê di binî de vê yekê destek dikin; lê wer xûyaye şertên wan hene, ew jî herikîn û parastina xetên petrolê ye. Heyetêke Îngilstanê di dema daxwuyaniya Barzanî hate herêma Kurdistan. Heyeta ku di nava wan da sanator jî hebûn, digotin ew piştgîriyê didin dewletbûna herêmê lê divê bi Îngilstanê re hevkariya xwe xurt bike di alî ewlekarî de, ev tê wataya ku divê Kurd bibin serbazê Îngilstanê.
Dewletbûnê bi serê xwe sazîbûneke, lê niha hêzeke pêşmerge ya hevgirtî nîne li vê herêmê. Pêşmegeyên YNK, PDK û hêzên din a cur bi cur heye. Aboriya welat di rewşêke ne zelal da ye, petrola herêmê bi gengeşeyeke ne çareserkirî de derbas dibe. Kurdan heya niha kongreya xwe ya netewî li der nexistine û ev rewşa nû ji stratîjeyeke netewî zêdetir dişibihê rewşeke sloganwarî ya PDK’ê. Yên çawaniye statûbûna herêma Kurdistanê dixin niqaşê weke dijerê vê rewşa sloganwarî tên dîtin.
Yê cewherê meseleye di asta hêzên herêmê ewe ku her yek ji Tirkiye, Îran, Qeter, Erebîstana Siudî li ser şadina petrolê ji bo bazarên cihanê di kêşmekêşê da ne. Amûra vî şerî çeteyên DAÎŞ’ê ne. Lê yê pir zelale bereya Suunî ku her kes dizanê Qeter, Tirkiye, PDK hem bi şer û hem jî bi li hevkirinê rê li boriyên gaz a Qeterê û Petrola Başurê Kurdistanê vediken, ji ber vê yekê pêwist bi statûyeke fermî ya ji bo vê kerî heye. Bexda ya girêdayî Îranê wê ji bo pilaneke wisa astengî li derbixe. DAÎŞ tenê şerêkî demkin ê herêmê ye. Ya stratejîk ewe ku wê sunniyan bikin xwedî statûyeke fermî li herêmê ku piranî niha li Îraq û Sûriyeyê la di destê DAÎŞ’ê da ye û deverên herî zengîn e bi petrol û gazê ne.
Ji bo Kurdan ji bilî Yekîtiya neteweyî tişek nabe garantî. Hevpeymanî bi Tirkiye li ser petrola herêma Kurdistanê bê yektêtiyeke hûndirîn a Kurdan riskeke mezin e û pêşerojêke bi tem û mij e. Ji niha ve jî êrişên li ser Kobanê îşaretek ji vê paşerojê ne. Kobanê bikeve ti deverêkî Kurdistanê ewle namînê, herêma Kurdistanê jî di nav de.
Li Başûr dewletbûn û li Kobanê Berxwedan!
Di demêkê de ku xwe rêveberiya demokratîk a Rojavayê Kurdistanê weke modêleke nû şekil digirê û pêvajoya aştiyê mîna kolandina bîrê bi derziyan li Bakurê Kurdistanê û Tirkyeyê bi pêşde diçe, careke din dewletbûna Kurdan li Başurê Kurdistanê dibe rojev. Axaftin li ser vê rewşê bi qasî hestiyar lê ewqasî cesareteke ramanî û felsefî dixwazê. Ji ber ku yên ramanên xwe di derheqê vê dewletbûnê da dibêjin neçarin dehan car dîtinên xwe li parzûn bixin, bînin û bibin ji bo ku di ramanê xwe da valatî nehêlin ku kes û hêzên neteweperest mîna dijberbûna Kurdan bikarbînin. Em neçarin li gorê rihê serdemê van ramanên li ser statûbûna Kurdan bêjin, lê ne li gorê berjewendiyên vê hêz û wê hêza herêmê û cihanê. Ji ber ku atmosfêra siyasî û civakî a Başurê Kurdistanê wisa bi ramanên netewperstî hatiye barkirin, qey tu dibêjî dema rexneyên li ser dewletê, şert û mercên herêmê bibêje weke ku tu li dij dewletbûnê dibêjê ku qaşo weke daxwaziyên gel tên şirovekirin.