Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 20 dibistanên Tirkî hene ku xwendekaran fêrî zimanê Tirkî û çanda Tirkî dikin. Ev dibistan salane pereyekî zêde ji xwendekaran werdigrin.
Destpêkê ev dibistan bi destê “Tevgera Fethullah Gûlen” hatin vekirin û bi rêvebirin. Lê niha bi destê bloka faşîzmê ya AKP-MHP’ê ango dewleta Tirk ve tê birêvebirin.
Her kes qebûl dike ku dagirkeriya bi rêya perwerde û çandê ji ya eskerî û aborî mayîndetir e. Di dema boykota li Başûr de bal çû ser dibistanên Tirkî li Başûr.
DANA OMER / ROJNEWS/HEWLÊR
Dewleta Tirk bi çend rêyan hewil dide cih û desthilatdariya xwe ya dagirkeriyê li Herêma Kurdistanê zêdetir bike. Yek ji van rêyan jî aliyê perwerde û xwendina bilind e.
Piştî sala 1994’an cemaeta Fethullah Gûlen weke şaxekî dewletê berê xwe da Herêma Kurdistanê û dest bi karê xwe kir. Yek ji wan sektorên ku têde kar kir sektora perwerdê bû. Destpêkê avahî ji hikûmetê wergirtin û bê pere xwendekar qebûl kirin. Lê piştre hêdî hêdî dibistanên xwe xistin kirin bi pere.
Li gorî daneyên cemaeta Gulen ku beriya sala 2016’an eşkere kiribû, li Herêma Kurdistanê nêzî 20 dibistan û 2 zanîngehên girêdayî wan hebûn. Ev dibistan û zanîngeh jî li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebce hene. Di van dibistanan de nêzî 15 hezar xwendekar dixwînin.
Gelek pereyan ji xwendekaran distînin
Salane her ji her xwendekarekî ku li van dibistanan dixwînin 3 hezar û 900 dolar werdigirin. Ev nirx jî li Herêma Kurdistanê nirxê herî zêde ye ku ji xwendekaran tê wergirtin. Ji bo mînak dibistana Medya ya navnetewî yek ji wan dibistanên taybet e ku li Herêma Kurdistanê wek dibistanek Amerîkî tê zanîn, salane 2 hezar û 700 dolar ji her xwendekarekî werdigrin.
Di van dibistanan de xwendekar fêrî zimanên Tirkî û İnglîzî têne kirin. Piraniya mamostayan jî Tirk in. Ji bo wê xwendekar neçar dimînin fêrî zimanê Tirkî bibin. Mamostayên van dibistanan peywendiyeke xurt li gel xwendekar û malbatên wan datînin. Serdana malbatên xwendekaran dikin ji bo bandora xwe li ser malbatan jî çêkin.
Dibistan ên dewleta Tirk in
15 Tîrmeha sala 2016’an, piştî mîzansena darbeyê, bi hezaran dijber û endamên cemaeta Fethullah Gûlen hatin girtin. Ji ber ku Fethullah jî yek ji kadroyên dewletê bû, dewletê hewl da saziyên bi destê van kesan ji nû ve kontrol bike û dibistanên li Başûrê Kurdistanê jî ji nû ve kir kontrola xwe.
Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk dibistan û zanîngehên li deverên di bin desthilata YNK’ê de Kompanya Qeywan kirî. Dibistan û zanîngehên li deverên di bin desthilata PDK’ê de jî Kompanya Kar kirî. Bi vî awayî, kirasekî usûlê li mijar û babetê kirin. Ji ber ku li van dibistan û zanîngehan ti guhertin di bernameyên wan de pêk nehat. Navên hinek dibistan û zanîngehan hate guhertin. Ji bo mînak, li Silêmanî navê Zanîngeha Işik hate guhertin û xistin Zanîngeha Tîşk.
Mamoste kadroyên dewleta Tirk in
Mamostayên van dibistanan wek Tirkên netewperest difikirin û xwe di jêr qilifê Îslamê de pêçane. Niha li Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk welatiyên Başûrê Kurdistanê malên Tirkî boykot dikin. Xwediyê marketek ku li nêzî yek ji van dibistana ye, eşkere kir ku mamostayên van dibistinan dema tên marketê wek nerazîbûn li dijî xelkê Herêma Kurdistanê nîşan bidin li pey malên Tirkî digerin.
Mamostayên van dibistanan hewil didin ji baweriya xelkê Herêma Kurdistanê ku bi Îslamê tê sûdê wergirin, ji boy çanda Tirkitî li nava xwendekar û malbatan bidin bicihkirin, gelek caran behsa Tirkiye û împaratoryeta Osmaniyan dikin. Her wiha gelek behsa cihên geştiyarî û dîrokî yên Tirkiye dikin, ji bona wê jî gelek caran geştên zanistî ji boy çûna Tirkiye ji xwendekaran re organîze dikin.