DANA OMER / ROJNEWS / SILÊMANÎ


Parlamenterê Iraqê Arêz Ebdullah diyar kir ku heta guftûgoyên rasteqîn di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê nekin, pirsgirêk wê neyên çareserkirin û Bexda mûçeyên karmendan wê neşîne.

Tê payîn ku di demeke nêzîk de pêşnûmeqanûna bûdceya sala 2018'an a giştî ya Iraqê, ji bo dengdanê biçe parlamenê. Di bûdçeyê de, para Herêma Kurdistanê ji sedî 17, daxistiye ji sedî 12.6´an.

Parlamenterê Iraqê, Arêz Ebdullah li ser mijarê got; "Pêwîst e para Herêma Kurdistanê li gorî rêjeya nîştecihên bê diyarkirin. Lê heta ku neyê hejmartin nayê zanîn niştecihên Herêma Kurdistanê çiqas in. Hikûmeta navendî berpirsê hejmartina niştecihan e."

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê, piştî qebqebûyên ji xwe razî daket asta parsekiya gerîna li ber para budceya herêmê ji hikûmeta navendî. 

Parlamenter Arêz Ebdullah li ser mijarê got, heta ku diyalog û guftûgoyên rasterast di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda de dest pê nekin, pirsgirêk çareser nabin û wiha dewam kir: "Hikûmeta navendî jî mûçeyan wê neşîne. Ji ber ku heger li gorî lîsteya kevin mûçeyan bişîne jî wê nîvê karmendên Herêma Kurdistanê bê mûçe bimînin. Di encamê de divê pirsgirêk bi rêya guftûgoyê werin çareserkirin. Guftûgo jî bê serdan û hevdîtin çênabe."

Hêjayî gotinê ye, şandeya Herêma Kurdistanê çend caran ragihandiye ku ji bo serdana Bexda amade ye, lê heta niha Bexdayê bersiv nedaye Herêma Kurdistanê.