BERHEM LETÎF / ROJNEWS/HEWLÊR
Nivîskar û Çavdêrê Siyasî Letîf Fatih Ferec, têkildarî armanca dewleta Tirk a li Başûr got, “Ev projeyeke Pan-Tirkîzmê ye ya xwe weke xwediyê Mûsil-Kerkûk û bi giştî Başûrê Kurdistanê dibîne. Beşek ji rêveberên Kurd jî ji bo petrol û diziyê hevkarên vê projeya Tirkiyeyê ne.”
Fatih Ferec diyar kir ku li Iraqê heta sîstemeke demokratîk ya rastî pêk neyê; gel têde cih negire û ev federalîzma îro nebe konfederalîzmeke herêma Sunnî, Şîî û Kurd bigire nav xwe wê nikaribe bibe dewleteke bi nîzam.
Fatih Ferec got, “Lihevkirineke pir xerab di navbera hikûmeta Tirkiye û Iraqê de heye ku hêzên her du welatan dikarin 30 kîlometreyan biçin nav xaka hevdu. Dewleta Tirk niha 50 kîlometre hatiye. Dewleta Tirk li çiyayê Ezmer kadro û hevalên PKK’yî şehîd kir. Projeyeke dewleta Tirk a hê ji serdema Tûrgût Ozal ve heye ku dibêjin, em yekê didin sisêyan werdigirin. Ya dibêjin ew e, ‘Em ê Kerkûkê bidin, lê şûna wê Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê werbigirin.’ Ev projeyeke Pan-Tirkîzmê ye ya xwe weke xwediyê Mûsil-Kerkûk û bi giştî Başûrê Kurdistanê dibînin. Beşek ji rêveberên Kurd jî ji bo petrol û diziyê hevkarên vê projeya Tirkiyeyê ne.”