Li Başûrê Kurdistanê aloziya di nava partiyan de û krîza aborî her diçe kurtir dibe, ev 5 meh in mûçeyên karmendan nayê dayin. Karmendên beşa tenduristiyê û yên beşên din doh li navçeyên Seyîdsadiq, Şarezûr û Pêncûwên ên bajarê Silêmaniyê û Ranyayê çalakiya boykotê li dar xistin û neçûn ser kar.
Karmendên ku ji ajansa RojNews re axivîn, diyar kirin ku heya niha ti aliyek berpirs bersiva daxwazên wan nedaye.
‘Hikûmet naxwaze engê me bibîhîze’
Yek ji karmendên çalakiya boykotê yê navçeya Seyîdsadiq Aştî Mecîd bal kişande ser bêxemiya rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wiha got; “Hikûmet naxwaze dengê me bibîhîze û daxwazên karmend û welatiyan pêk bîne. Heya niha jî xwe bêdeng kirine û ti bersivek nedane.”
Aştî Mecîd di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku ev 5 meh in karmendan mûçeyên xwe wernegirtine û wiha peyîvî; “Rayedar û berpirs ma nizanin ku ev 5 meh in karmend bê mûçe kar dikin. Belê wisa xwe diyar dikin ku agahiya wan jê nîne. Ji ber ne di xema wan de ye. Ger ew jî di rewşa karmendan de ban, bêguman wê li ser vê rewşê biaxivîban.”
‘Ji ber bê peretiyê nikarin bên ser kar’
Her wiha rêveberê giştî yê Nexweşxaneya Şehîd Şewket Hacî Mişîr a navçeya Seyîdsadiq Heyder Hesen diyar kir ku doh jî beşek ji karmendên tenduristiyê neçûne ser kar û wiha got; “Karmend êdî ji ber bêperetiyê nikarin bên ser kar.”
Heyder Hesen diyar kir ku heya niha aliyên berpirs ji bo pêkanîna daxwazên karmendan ti hewldanek nekiriye.
Her wiha beşek karmendên nexweşxaneya Şehîd Şewket a Seyîdsadiq, doktor û karmendên tenduristî, karmendên dadgeh û çend beşên din ên cûda yên navçeyên Pêncûwên û Şarezûr doh jî neçûn ser kar û boykota xwe berdewam kirin.
Buroyên PDK’ê şewitandin
Li navçeya Seyîdsadiq jî karmendan dest bi xwepêşandanê kirin û rêya sereke ya navbera Silêmanî û Seyîdsadiq ya hatinçûnê girtin û buroyên PDK’ê dan ber agir.
Çalakavanan bi keviran êrîşî buroyên PDK’ê ya navçeyê kirin û buroyên PDK’ê yên navenda ciwan û xwendekaran ên navçeyê dan ber agir.
Çalakvanan diyar kirin ku armanca wan ya vê çalekiyê şermezarkirina bêxemiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî daxwazên gel û karmendane.
Her wiha xwepêşandaran êrîşî ser buroyên Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî jî kirin.
Karê welatiyan hatiye rawestandin
Li navçeya Ranyayê ji karmendên tenduristiyê yên şaxê Kêwereş, beşê kilînîk ê sibehan û yên nexweşxaneya Raperîn ji ber ku mûçeyên xwe nagrin, kar boykot kirin û neçûn ser kar. Hate diyar kirin ku ji ber vê yekê jî karê welatiyan hatiye rawestandin.
Der barê mijarê de karmendekî tenduristiyê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ragihand ku ji ber wernegirtina mûçeyên 4 mehan dest bi boykotê kirine û heya mûçeyên wan neyên dayîn wê neçin ser kar.
Dema me nûçe amade dikir li navçeya Seyîdsadiq çalkî dewam dikir.
SILÊMANIYÊ/SEYÎDSADIQ/RANYA
‘PDK’ê krîzeke kûr afirandiye’
Nivîskar û rojnamevan Letîf Fatîh Ferec diyar kir ku PDK’ê xwe li ser desthilatdariyê daye rûnişkandin û got: “PDK bi rêya pere û parastinê destê xwe xistiye nava gelek partiyên din de.”
Nivîskar Letîf Fetîh Ferec bal kişande ser krîza li Herêma Kurdistanê heye û wiha got; “PDK’ê bi qutkirina erzaqê gel, krîzên kûr afirandiye û mafê xelkê heye daxwaza mafên xwe bikin. PDK’ê, ev jî bi alîkariya hinek aliyên din daye çêkirin.”
‘Li hemberê kiryarên PDK’ê dernakevin’
Letîf Fetîh Ferec diyar kir ku bi taybet YNK û Yekgirtûya Îslamî ku heya niha bi zelalî bertek li hemberî van kiryarên PDK’ê nîşan nedaye û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Li ser erzaqê xelkê lîstok kirin, wê bibe sedema krîzên mezin çêbibe. Belê heya niha jî desthilatê ev paş gûhê xwe xistiye û dikarin bêjin ji niha de çêbûna krîzên mezin di rê de ye.”
SERWER SEDÛLLAH/ROJNEWS/ÇEMÇEMAL