Hevserokê PJAK’ê Siyamend Moînî duh li gel şandekê PJAK’ê serdana Nûnertiya PYD’ê ya li bajarê Silêmaniyê kir. Şande ji aliyê berpirsê Nûnertiya PYD’ê ya li Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso û çend endamên nûnertiyê ve hat pêşwazîkirin. Di serdanê de têkiliyên her dû partiyan, alikariya PJAK’ê ya ji bo Rojava, û daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk a li Hewlêr li hember Rojava û PKK’ê hatin nîqaşkirin.

 Xwendekaran jî serdan kir

Di heman demê de desteyek ya xwendekarên Zanîngeha Silêmanî bi pêşengtiya Serokê Beşê Yasa li Zanîngeha Silêmanî  Abdullah  Cengo,  ji bo piştgiriya  Rojava û diyarkirina bertekên xwe yên li dijî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk li Hewlêr a li hemberî  Şengal, Rojava û PKK’ê,  serdana nûnertiya PYD’ê ya Başûr kir. Di serdanê de piştgirî û dilsoziya xwe ya ji bo Rojava anîn ziman.

 Her wiha xwendekaran ji nûnertiya  PYD’ê xwest ku di demên pêş de li Zanîngeha Silêmanî  rewş û pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê bi semîner û panelan bide nasandin. 


ROJNEWS / SILÊMANÎ