Encûmena Bilind a Karên Jinan a ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bîlançoya kuştin û xwekuştinê ya ji sala 2010 heya 2018’an eşkere kir. Li gorî vê di nava 9 salan de 912 jin li Herêma Kurdistanê hatine kuştin û xwe kuştine.
Sal bi sal hejmara kuştin û xweştina jinan bi vî rengî ye.
Sala 2010 105 jin , sala 2011 96 jin, sala 2012 83 jin, sala 2013 86 jin, 2014 82 jin, 2015 119 jin, 2016 125 jin, 2017 112 jin, 2018 104 jin an hatine kuştin an jî xwe kuştine.
Lê divê mirov bi bîr bixe ku li gelek herêmên gundewar û herêman jî ji ber zextên civakî û malbatî serî li rêxistinan û dezgehên fermî nadin û bûyerên şidetê jî ji ber van sedeman nayên tomarkirin.
Li Soran li dijî şîdetê 243 gilî
Rêveberiyê Rêxistina Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan a bajarokê Soran bîlançoya bûyerên şîdetê yên îsal eşkere kir. Li girî vê îsal ji ber bûyerên şîdeta li hemberî jinan, 243 gilî hatine tomar kirin. Her wiha Her wiha li gorî raporê îsal li herêma Soran 6 bûyerên şewitandin û 6 bûyerên xweşewitandinê rûdane. Bûyerek kuştin û 2 bûyerên xwekuştinê hatine tomarkirin. 6 bûyerên destdirêjiya zayendî hatine tomar kirin.
Li gorî raporê rêjeya bûyerên şîdetê li gorî par ji sedî 11 kêmbûne.
SILÊMANÎ