Li navçeya Kelarê ya girêdayî Germiyanê çend pirtûkfiroş û pirtûkxane hene. Lê li gorî xwendekar û nivîskaran elaqeya gel a li hemberî xwendina pirtûkan pirr kêm e. Sedema vê ya bingehîn jî pêşketina teknolojî û krîza aborî ya li Herêma Kurdistanê heyî destnîşan dikin.


Teknolojî û aborî  

Têkildarî mijarê xwendekar û xwediyê Pirtûkfiroşa Xak a li navçeya Kelarê, Hêmin Îbrahîm sedema nexwendina pirtûkan bi du xalan wiha destnîşan kir: “Pirsgirêka destpêkê belavbûna teknolojiyê ye û pirsgirêka duyemin jî krîza aborî ya li Herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku kesên dixwazin pirtûkekê bixwînin, ji ber nebûna pereyan nikarin pirtûk bikirin û bixwînin.”

Li ser heman mijarê nivîskar Mistefa Seîd jî wiha peyivî: “Xwendina pirtûkan pêwîst e ji zarokatî ve dest pê bike û di hemû dibistan û zanîngehên Herêma Kurdistanê de pirtûkxane hebe. Pirsgirêka xwendinê ger bi vî şêweyî nebe, nabe. Sîstema perwerdê ya Başûrê Kurdistanê dikare takekesî fêr bike, lê belê nikare bi berdewamî xwendinê fêrî kesan bike.”

 

Sal bi sal xerabtir dibe

Her wiha Rêvebera Pirtûkxaneya Giştî ya Kelarê Cihan Mihemed ji got; “Her çendî di salên buhirî de hejmarek baş a xwendekarên pirtûkan hebûn jî, xwendin weke çandekê lê hatibû. Lê belê di serdema niha de bikaranîna teknolojiyê wisa kir ku xwendina pirtûkan kêm bibe di pirtûkxaneyan de.”

BERHEM LATÎF

ROJNEWS / KELAR