Ebdullah Saziya Şopandina Tundiya li Hemberî Jinê bi zimanekî tund rexne kir û diyar kir ku ev 15 meh e li hemberî tundiya li ji dijî jin vê saziyê tenê daxuyaniyek jî nedaye. Ebdullah ji Saziya Şopandina Tundiya li Hemberî Jinê ev pirs pirsîn, „Hûn der heqê kuştinên jinan de çi dikin? heta niha we kijan xebat kirine? Li hemberî kuştinên jinan hûn di nava helwestek çewa de ne.“
Ebdullah bi bîr xist ku hefteyek beriya niha Serokwezîr Dr. Berham Ehmed Salîh bi rêxistinên jinan re civînek li dar xist û got ku ew jî wekî Warvîn ê dawet kirî, bûne, lê tevlî civînê nebûne û civîn boykot kirine. Ebdullah destnîşan kir ku tenê di nava meha îlonê de 25 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin, 6 jinan jî bedena xwe dane ber agir û jiyana xwe ji dest dane.
Ebdullah, axaftina xwe wiha bi dawî kir: „Di rewşek wiha de em ê çawa tevli civînê bibûna. Lewre hikûmet ji bo çareserkirina pirsgirêkê ne samîmî ye. Divê Serokwezîr dev ji civînan berde û dest bavêje tedbîrên pratîk“
ANF/ HEWLÊR