Beriya bi demekê Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yîn Emerîkayê (DYE) di rapora xwe ya salê de, li ser bazirganiya bi mirovan, diyar kiribû ku li kampên penaberan ên li Herêma Kurdistanê û bi taybetî li kampa Domîz a girêdayî Dihokê, bazirganî bi jin û keçên zarok zêde bûye.
Mamostayê dînî Mele Nadir Elî têkildarî mijarê û metirsiya vê rewşê ya li ser civakê, ku ji ajansa me re axivî, got; “Bazirganiya bi jinan zêde bûye. Belê tişta nexweş ew e ku ev rewş li welatê me belav bûye. Ev ne tiştek rast e. Ji ber ku jin jî weke zilam xwedî heman maf, jiyan û mîratê ye.”
Karê bazirgan û desthilatan
Mele Nadir Elî dewama axaftina xwe de îşaret bi penaberiyê kir ku mirovan bêgav dihêle û got, "Ev kar bi xelkê feqîr an kesên feqîr nayê kirin. Zêdetirê wan kesên bazirgan û desthilatdar li pişt vî karî hene. Ew rewşenbîriya jinan naxwazin. Ew li ser bingehê bedewiyê wan dihilbijêrin. Ji bo şêxên Ereb dibin, yan jî dibin gelek cihên din.”
Êsîrên serdema modern
Têkildarî jiyana jinên mexdûr û qurbanî jî, Mele Nadir Elî weha peyîvî; "Piştî bazirganîkirina bi van jinan, dema karê van torên bazirganiyê bi wan jinan nema, wan bi şêweyekî digirin. Êdî ew jin nikare vegere û tevlî nav jiyana civakê bibe. Ger rizgar jî bibe, her dîsan jiyana wê dikeve metirsiyê. Bi şêweyekî ku nikarin ji malbat, hevser an derdora xwe re rewşa xwe bibêje. Nikare bi azadî bijî."
Têkildarî hewldan an jî tedbîrên ku li hemberî vê rewşê bên girtin jî Mele Nadir Elî nihêrîna xwe weha îfade kir; "Pêwîst e, li hemberî vê rewşê xelk xwepêşandanan bike. Di çarçoveya mafê însanî de li hemberî vê rewşê derkevin û însan jî karibin bi azadî bijîn. Pêwîst e, mamostayên dînî bi rêya mizgeft û wezareta perwerdeyê, li dibistan, wezareta rewşenbîrî û bi rêya çapemeniyê li ser vê mijarê welatiyan agahdar û hişyar bikin."
ROJNEWS / SILÊMANÎ