
Doh ji biklî Duhok û Hewlêrê, li seranserê Başûrê Kurdistanê li dijî hikûmeta heyî û herdu partiyên desthilatdar PDK û YNK´ê çalakiyên girseyî bi rê ve çûn. Li Silêmaniyê polîsan li dijî xwepêşandêran gule bikar anîn. di destwerdana polîsan de gelek xwepêşandêr birîndar bûn. Li Pîremegrûnê xwepêşandêran avahiyên partiyên siyasî şewitandin, polîs li Seyîd Sadiqê rojnamevan kirin bin çavan.
Bi dehhezaran kes doh li Silêmaniyê daket meydanan û li dijî hikûmeta heyî, siyaseta wê ya kêmkirina mûçeyan û nedemokratîkbûna wê xwepêşandan li dar xist. Li ser cadeya Mewlewî, polîsan ji bo girseya gel belav bike, gule reşandin û aloziyê heta kêliya amadekirina nûçeya me dewam dikir.
Xwepêşandanên doh ji serê sibehê û pê ve li parêzgeha Silêmaniyê û navenda bajarê Silêmaniyê destpêkirî, piştî ku her mezin bûn, li ser cadeya Mewlewî xwestin berê xwe bidin baregeha baskê 4´an PDK´ê ya li ser cadeya Salim. Li vir polîsan ew asteng kirin. Polîsan ji bo xwepêşanderan asteng bikin û wan ji hev belav bikin, gule reşandin û gaza îsotê bi kar anîn.
Xwepêşandêr û rojnamevan birîndar bûn
Di êrişê de hinek xwepêşander û nûçegihanê ajansa me yê çalakî dişopand li cihê bûyerê birîndar bûn. Li bajarokê Pîremegrun ê ser bi Dukana Silêmaniyê jî xwepêşandêran ofîsa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Tevgera Goran, YNK, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komeleya Îslamî ya Kurdistanê şewitand.
Her wiha xwepêşandêran navenda Asayîşa Pîremegrun jî şewitand.
Di xwepêşandanan de daxwaza sereke ya derket pêş li seranserê Başûrê Kurdistanê doza îstîfaya hikûmetê bû.
Xwepêşandêr diyar dikin ku daxwazên wan ne tenê, mûçe, av û ceryan e, divê hikûmeta herêmê îstîfa bike.
Binçavkirina rojnamevanan
Li navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê xwepêşandana ji sibehê ve dest pê kirî, hê didome û hate ragihandin ku fermana desteserkirina rojnamevanên xwepêşandanê dişopînin, hatiye dayîn.
Li navçeyê di xelkê xwepêşandêr berê xwe da avahiyên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê. Li aliyê din, rê li ber rojnamevanan tê girtin ku bûyeran bişopînin.
Li gorî agahiyên bi dest ketine, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve fermana desteserkirina rojnamevanên xwepêşandanan dişopînin hatiye dayîn. Ji ber vê yekê rojnamevan ji cihê çalakiyan çûne.
Li navçeyê hêzên ewlehiyê jî ji bo parastina baregehên partiyan gule li xwepêşandêran reşandin.
Li ber Qeymeqamtiya Seyidsadiq alozî derket û ji ber aloziyê de hin kes birîndar bûn.

Çemçemal tevî qeymeqam meşiya
Li navçeya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê jî xwepêşandan hebû. Qeymeqamê Çemçemal jî beşdarî xwepêşandanê bû û daxwaz ji girseyê kir ku xwe ji bûyerên şidetê dûr bigire. Qeymeqam Remk Remezan di xwepêşdanê xwe axivî û got; “Ji tundûtûjiyê dûr bikevin. Tişta ji destê min bê, ez ê ji bo we bikim, ji bo rewşa ceryanê baş bibe ez li gel berpirsan axivîme û wan soza çareserkirinê dane.”
Welatiyê bi navê Seîd Ebdullah yê beşdarî xwepêşandanê bûye got; “Weke mamostayekî ez beşdarî xwepêşandana li ber avahiya qeymeqamtiyê bûme û em daxwaza mafên xwe dikin. Ez daxwaz dikim ku hemû karên heyî werin rawestandin ji bo ku hikûmet mûçe bide û rewşa jiyana xelkê baş bike.”
Welatiyê bi navê Îmad Çalawî jî got; “Ez weke polîsekî li vir wezîfedar im. Ne rast e ku dibêjin mûçeyên polîsan nehatiye kêmkirin, du sal e ez nîv mûçeyî werdigirim. Jiyan ne tenê ceryan e, ma em ceryanê naxwin.”
Dor li avahiya NRT´ê hat girtin
Li aliyê din, komeke çekdar nêzî 2 saetan ofîsa kanala NRT’ê ya Hewlêrê dorpêç kir ku li Başûrê Kurdistanê weşana xwe dike.
Rêveberê Ofîsa NRT’ê ya Hewlêrê Kawe Ebdulqadir têkildarî mijarê got; “Piştî ku xwepêşandanên îro berfireh bûn, komek çekdar bi cilên sivîl li derdora avahiya ofîsa me kom bûne.”
Ebdulqadir axaftina wiha domand; “Piştî ku me ji wan pirsîn hûn kî ne? Gotin, ‘Em asayîş in û em ji bo parastina we hatine.’ Parastina giyana karmend û ofîsa me di stûyê hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.”
SILÊMANÎ
Erka hikûmetê ye guh bide daxwazan

KNK’ê diyar kir ku erka hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku guh bide daxwazên xwepêşandêran û got: “Rêya herî baş pêkanîna hilbijartineke lezgîn a ji zext û sextekariyê dûr e.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), der barê xwepêşandanên gelê Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de KNK’ê got: “Em weke Nûnertiya Başûr di nava Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de dibêjin, erka hikûmeta herêmê ye ku nirxandineke objektîf ji bo daxwaz û xwestekên welatiyên Başûr bike. Em paşguhkirin û pêkneanîna van daxwazan rewa nabînin.”
Di daxuyaniya KNK’ê de tê gotin ku mafê welatiyên Başûrê Kurdistanê ye ku ji bo bidestxistina jiyaneke baş, xwepêşandan û meşên aştiyane û sivîl ên demokratîk li dar bixin.”
KNK dubare daxwaza pêkanîna hilbijartinê ji Hikûmeta Herêmê kir û herî dawî got: “Bi dîtina me ji bo di sîstema hikûmraniyê de deriyê guhertinan vebe, rêya herî baş pêkanîna hilbijartineke bi lez a ji zext û sextekariyê dûr e. Ji bo ku gelê Başûrê Kurdistanê bi awayekî aştiyane û demokratîk parlamento û hikûmeteke nû hilbijêre, çi di navxweyî de dibe û çi jî di asta Iraqê û derve de jî dibe, dengvedana îradeya gel û pêkanîna daxwazan pêwîst e.”