Li Germiyanê mamostayên bajarokê Kifrê û Komeleya Qamkurtên Germiyanê sîstema nû ya mûçe red kirin û diyar kirin ku ew ê li hemberî neheqiya li wan hatiye kirin, bêdeng nebin.
Yek ji mamostayên çalakvan ê navçeya Kifrê li Germiyanê, Rêbiwar Ezîz got, “Me biryar daye ku bi hemû şêweyan sîstema nû ya biryara mûçe red bikin. Ragihandina sîstemeke wiha bi ti şêweyekî xizmeta me mamostayan nake. Dayîna kêm mûçe wê têra pêdiviyên mamostayan neke.”
Rêbiwar Ezîz wekî din got; “Biryara boykotê li ser biryareke hevbeş a hemû mamostayên Kifrê hatiye girtin. Biryare îro (doh) mamosta û karmendên Kifrê li dijî krîza bêmûçetiyê xwepêşandanekê li dar bixin.”
Her li herêma Germiyan Serokê Komeleya Qamkurtan Rêbiwar Hisên jî diyar kir ku ew sîstema nû ya mûçe red dikin û wiha peyivî; “Sîstema nû ya mûçe weke bêwijdanî û heqareta mezin e li hemberî me. Pêwîst e li hemberî vê neheqiya mezin bêdengî çênebe.”
Polîsên Germiyanê hişyar kir
Li dijî sîstema nedana mûçe û kêmkirina mûçe, beşek ji fermandar û polîsên Germiyanê jî nameyeke dest ji kar berdanê pêşkêşî fermandariya xwe kirin û diyar kirin ku ew sîstema nû ya kêmkirina mûçe qebûl nakin.
Berdevkê polîsên Germiyan Raîd Elî Cemal li ser mijarê got, “Di xwepêşandana girseyî ya duh (pêr) de me li ber fermandariya giştî ya polîsan a Germiyanê, biryar da ku ger daxwazên me neyên guhdarkirin û sîstema nû ya mûçe neyê sererastkirin, em ê dest ji kar berdin.”
Li Helebce boykota polîsan
Polîsên bajarê Helebce û navçeya Silêmaniyê Seyîdsadiqê jî li dijî biryara kêmkirina mûçe nerazîbûn nîşa dan û biryara boykota çûna ser kar dan.
Yek ji polîsên Helebce yê tevlî çalakiya boykotê bû Mihemed Nesrûllah got, “Her çend ku heya niha me mûçeyê zêdetirê 5 mehan wernegirtibe jî, belê dîsan me dewama xwe qut nekiriye. Belê biryara nû ya kêmkirina mûçe, bêxemiya hikûmetê ya li hemberî rewşa hemû karmenden hikûmî û ne hikûmî, êdî gihaye asta ku nikare were qebûlkirin.”
Bi heman şêweyî doh polîsên trafîkê yên navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê dest bi boykota çûna ser kar kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN