Dibistana Seretayî ya Alî Erel a Kurdî sala çûyî di Cotmehê de hatibû vekirin. Dibistan li ser daxwaza Walîtiya Amedê ji aliyê Dadgeha Îdarî ya 2’yemîn a Amedê ve di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê de hatibû girtin. Her çiqas ji aliyê berpirsiyarên dibistanê ya ku li navçeya Peyasê ye û 60 xwendekarên wê hene, bo serîlêdana li DMME’yê amadehî bên kirin jî, li gel her tiştî doh li baxçeyê dibistanê xwendekar dest bi dersê kirin. 

Her çiqas deriyê dibistana wan hatibe mohr kirin jî, xwendekarên dibistanê wek her carî li pişta wan çenteyên wan danê sibehê hatin dibistana xwe û li baxçeyê dibistanê dest bi dersên xwe kirin. Xwendekar di navberên dersan de jî bi hev re listîn û tevî mamosteyê xwe strana “Zimanê Kurdî” stirîn. 


‘Her baxçe, her mal qada me ya perwerdehiyê ye’ 

Ji perwerdakarên dibistanê Îbrahîm Zarg diyar kir ku biryara girtina dibistana wan biryareke siyasiyî ye û bi vî awayî bertekên xwe dan der, “Walî bi girtina dibistanê, bawer dikir ku dê perwerdehî bê rawestandin, lê xelitî. Her baxçe, her mal qada me yî perwerdehiyê ye. Em dê di her şert û mercan de hewl bidin ku zarokên me fêrî zimanê xwe yî dayikê bibin.”


‘Em dixwazin zarokên me fêrî zimanê dayikê bibin’ 

Her wiha Zarg diyar kir ku, dê û bavên xwendekaran jî bo ji nû ve dibistan bê vekirin serî li walîtiyê dane. 

Ji weliyan Ozgul Încî jî dest nîşan kir ku fêrbûna zimanê dayikê mafê zarokên wan e. Încî diyar kir ku piştî zarokê wê dest bi dibistanê kiriye fêrî zimanê dayikê bûye û wiha got, “Zarokê min her sibeh hişyar dibe û dibêje ‘min bibe dibistanê.’ Em dixwazin zarokên me fêrî zimanê dayikê bibin. Bo vê çi hewce be em dê bikin.” Her wiha Încî got ku, heta dibistan vebe ew dê bi zarokê xwe re here baxçeyê dibistanê.

Hat diyarkirin ku heta dibistan bê vekirin dê dersdayîn li baxçeyê dibistanê bidome. 


 AMED