Jina bi navê Gul Ors li Bazîda Agiriyê 10 sal berê kargeheke cil û bergên herêmî vekir û li dijî civaka serdest ya mêr yek ji hezaran jinên ku têdikoşeye. Gul li aliyekî debara xwe bi vî karî dike û li aliyê din jî çanda cil û bergên gelerî didomîne.

Gul çîroka xwe wiha vedibêje: “Yekem jina esnaf a kargeha cil û bergên gelerî vekiriye ez im. Li Bazîdê her kesî ji derve cil û bergên herêmî digirtin. Rewşa aborî ya her kesî jî ne başe. Min jî biryar da ku ez cihekî wisa vebikim.”

Gulê dest nîşan kir ku bi modelên xêz dike re qumaşan ji derve dikire û wiha pêde çû: “Dema qumaş destê me de hebe em dikarin bidrûn. Em van parçeyan ji derveyê bajar dikirin. Em neçarin modelên cuda derbixin. Herî zêde yên pulî û rengên herêmî tên bikaranîn. Cilên bi rengên, kesk, sor û zer tên tercihkirin. Cil û bergên ku berê rojane dihatin bikaranîn niha di dawet û nîşanan de tên lixwe kirin. Eleqeya gel li hember cil û bergên Serhedê gelek zêde ye. Bi taybet havînan sezona dawetan destpê dike û ji ber vê eleqe pir zêde dibe.”


‘Pevçûnan karê me qedand’

Gulê di berdewamiyê de daxuyakirin ku ji ber pêvajoya şer ya sê sale berdewam dike esnaf nikarin kar bikin û wiha berdewam kir: “Îsal karê me hatiye asta rawestînê. Çavê me esnafan li hatina turîstên herêmî sezona dawetê ye. Lê êdî turîst nayên.”

Gulê di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku divê aboriya xwe ava bikin û wiha got: “Tevî krîzê divê jin li ser piya bisekinin. Dema jin bixwe bawer bûn tiştên ku nekin tine.” 


 ŞÛJIN/AGIRÎ