Heyet ji aliyê Cîgirê Şaredarê Bazidê Alî Sogut, endamên meclîsa şaredariyê Songul Hacioglû û Nazan Sogut hate pêşwazîkirin û derbarî xebatên jinê û gelek xebatan de agahî hate dayîn. Cîgirê Şaredar Alî Sogut derbarî binpêkirina mafan de bi awayekî îstatîstîkî agahî da heyetê û diyar kir ku sedema binpêkirina mafan destûra bingehîn a ji aliyê cuntayê hatiye amadekirin e.
Sogut derbarî xebatên destûra bingehîn a nû jî agahî da û wiha got: "Pirsgirêkên ku tên jiyandin tenê bi diyalogê tê çareserkirin. Ji bo pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk û diyalogê were çareserkirin em wekî partiyê di xebatên destûra bingehîn de bi awayekî çalak cih digirin. Em hêvî dikin ku ev destûra bingehîn ji bo hêsîrên çavan û xwînê çareseriyek bîne."
Sogut anî ziman ku li Tirkiyeyê şaredarên jin herî zêde BDP'î ne û wiha got: " Em di xebatan de pêşengiyê didin jinan. Bi vî awayî em hewl didin ku jina ev hezar sale keda wê tê xwarin di nava civakê cihê xwe bigire." Piştî hevdîtinê heyet ji şaredariyê veqetiya.
DÎHA/AGİRÎ