
Di navbera şervanên QSD´ê û çeteyên DAIŞ`ê, li Muhata Cefar a tirênê ya bejahiya Dêra Zorê, şerên giran rû didin.
Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizirê de ku ev 48 roj in dewam dike, çeteyên DAIŞ’ê li gelek cihan hatin dorpêçkirin. Çete ji bo ku nefesek bistînin êrişî nuqtayên QSD´ê dikin. Di heman demê de êrîşên hêzên rejîmê jî li dijî QSD´ê pêk hatin. Hêzên QSD´ê hemû êrîş şikandin û bipêşveçûna xwe dewam kirin.
Çeteyên DAIŞ’ê ev du roj in êrîşî nuqtayên QSD`ê yên Muhata Cefar a tirênê dikin û êrîşên wan ji aliyê şervanên QSD`ê ve têne şikandin.
Doh nava rojê careke din çeteyên DAIŞ`ê êrîşî Muhata Cefar kir. Li gorî agahiyan di encama şerên giran de êrîş hatin şikandin.
Piştî saet û nîvekê di ser êrîşa çeteyan re derbas bû, hêzên rêjîmê jî bi tankan heman nuqteyên şervanan ên li Muhata Cefar topbaran kir. Şervanan êrîşa çeteyan şikand û gelek çete kuştin.
Piştî ku Artêşa Sûriyê di çarçoveya piştgiriya bi çeteyên DAIŞ’ê re nuqeteyên şervanên QSD’ê bi tankan topbaran kir jî 5 şervanên Bagera Cizîrê şehîd bûn. Êrîşa hêzên rejîmê jî hat şikandin.
DÊRA ZORÊ