Li gorî daxuyaniya Komîseriya Bilind a Penaberan (UNHCR), ji ber şert û mercên şer li Sûriyê di rojê de bi qasî 3 hezar û 200 kes koçî welatên din dikin. Heta niha hêjmara kesên ku koçî welatên din kirine nîv milyon derbas kir. Di nav Sûriyê de jî 4 milyon kes, koçî barên din kirin. Gelek kesên koç kirine jî derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Li gorî Daîreya Penaber û Koçê ya Duhokê, di rojê de qasî 400 kes koçî Başûrê Kurdistanê dikin û hêjmara van 60 hezarî derbas kir.
Malbatên ku ji ber şert û mercên şer koç kirine li cihê ku koç kirine jî bi zor û zexmetiyên mezin re rû bi rû ne. Maltan li vir li xirbeyan û avahiyên xaniyan de dimînin. Ev avahiyên ku hîn nehatine temamkirin bê derî û pencere û bê av in. Di serma dijwar yê zivistanê de herî zêde zarok mexdûr dibin û bi nexweşiyan re rû bi rû ne. Malbat banga alîkariyê kirin.
DÎHA/HEWLÊR