Fatma Abdurahman diyar kir ku ligel her tiştî wan nexwastine li Kobanê derkevin û wiha berdewam kir: “Dema ji me re gotin divê hûn ji vir derkevin me xwe li fabrîqeyekê de veşart. Lê guleya hawanê li fabrîqeye ket. Em ji vir derketin û rojekê sax me li hundirê firinekê de xwe veşart. Li wir jî teqînên dijwar çêdibûn. Piştî ku em derketin kolanan me dît ku kes nemaye û em jî beriya 25 rojan koçber bûn.”
Fatma Abdurahman diyar kir ku xeyalê wê rizgarbûna Kobanê û vegera wê derê ye û wiha pêde çû: “Bila nan û ava me tunebe lê dîsa jî ez dizwazim li Kobanê bijîm. Dixwazim biçim li ser axa Kobanê bimirim.”
DÎHA/RIHA