
Derhêner Kerem Tekoglû, çîroka damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ku bi biryarnameyê hate girtin, bi navê “Şûr û Qelem” kir mijara dokûmanterê.
Derhêner Kerem Tekoglû ku wekî Keremo jî tê nasîn beriya nîşandana dokûmanterê axivî.
Keremo bi bîr xist ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di salên 1990’î de ku zilm di asta herî bilind de, hat avakirin û diyar kir, wî xwestiye têkoşîna komek ji rewşenbîrên Kurd a li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ji nifşên nû re ragihîne.
Ji nû ve zindîkirina zimanekî
Keremo anî ziman, ev saleke ew li ser vê projeyê dixebite û got: “Enstîtuya Kurdî, weke saziyeke ji nû ve zindîkirina zimanekî li ber tinebûnê, kar kir. Zimanê Kurdî ku bi saya çanda Dengbêjan û malbatan gihîşt roja îro, bi avabûna Enstîtuyên Zimanê Kurdî re veguherî zimanê perwerdeyê. Vê yekê ji aliyê wêjeya Kurdî ve jî rê li ber pêşketinên mezin vekiriye. Li ber asîmîlasyona dewletê rabû û di nava 25 salan de bi sedan mamosteyên ziman, nivîskar, zanyarên ziman û wêjevan afirandiye. Di zimanê Kurdî de rê li ber serdemeke nû vekir. Kir ku gelê Kurd hê bêhtir xwedî li çand û zimanê xwe derkeve û bigihîne asta heyî.”
Damezirînerên sax re hevpeyvîn çêkir
Keremo anî ziman, wî çîroka Enstîtuya Kurdî bi vegotina damezirînerên hê sax in, nîşan daye û got: “Min bi Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gurbuz, Şefîk Beyaz, Zana Farqînî, Samî Tan û Fîlîz Ûgûr re hevpeyvîn çêkir.”
Her wiha Kerîmo bal kişand ser girtina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi biryarnameyê û anî ziman, ev yek tê wateya dewama polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdî û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Gelê Kurd ku bi sedan caran êrîş û qirkirin lê hat kirin, zimanê xwe gihand roja îro. Lewma tinekirina zimanê Kurdî nepêkan e. Kurdî zimanekî reh berdaye nava axa Mezopotamyayê û roj bi roj şîn dibe.”
ZEYNEP KÛRAY / ANF / STENBOL