KOLN
Li Elmanyayê rêze çalakî
Kurdên Elmanyayê bi armanca ku piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê û xwedî lê derkevin, wê tevahiya hefteyê di çalakiyê de bin. Ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) daxuyaniyek hat dayîn û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê li dijî van êrîşên qirkirinên bi ruhê yekîtiya neteweyî çalakî pêk bên û bibin dengê Kobanê. NAV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de got: “Cîhan êrîşên hovane yên li dijî Kobanê bi bêdengiyeke mezin temaşe dike. Ji bo ev bişikê divê bênavber çalakî bên lidarxistin û heta encam bê girtin divê bidome. Roj roja xwedîderketina li vê berxwedanê ye. Em ê wek NAV-DEM’ê li sê navendan grevên birçîbûn û çalakiyên rûniştinê pêk bînin û bi vê re li hemû bajaran çalakiyên ku pêk tên divê her kes bi ruhê seferberiyê tevlî bibe. Em bang li hemû demokrat, gelan, baweriyan, sosyalîst, parêzvanên aştî û wekheviyê dikin ku xwedî li Kobanê derkevin.”
Çalakiyên li Elmanyayê
2’ê Cotmehê li bajarên Berlin, Kiel, Hamburg, Hannover, Magdaburg, Bremen û Erfurtê li ber parlamentoyên eyaletên van bajaran wê çalakiya rûniştinê pêk bê.
3’ê Cotmehê li Hannoverê wê mîtîngek pêk bê. Ji bajarên Hannover, Hildesheim, Salzgitter, Peine, Oldenburg û Bremen Kurd wê tevlî çalakiyê bibin.
3’ê Cotmehê li komeleya Kurd a Berlînê wê bi tevlîbûna heyeteke Elman a çû Rojava panelek pêk bê.
4’ê Cotmehê li Berlînê bi tevlîbûna Navendên Civakî yên Berlîn, Magdeburg, Halle, Kîel, Neumunster, Hamburg, Bremen, Oldenburg, Lohne, Hannover, Salzgitter, Hildesheim, Peine, Kassel û Erfurt û Kurdan wê mîtîngek pêk bê.
2’ê Cotmehê li îstasyona trênê ya navenda Hildesheim wê meş û mîtîngek pêk bê.
1’ê Cotmehê li ber Seferatxaneya Fransayê mîtîng pêk tê û paşî jî jin wê çalakiya ji zincîra mirovan lidarbixin.
2’ê Cotmehê li ber Parlamentoya Eyaleta NRW ya Dusseldorfê wê çalakiya rûniştinê pêk bê.
2’ê Cotmehê li bajarê Bonn li ber avahiya NY’ê wê çalakiya rûniştinê pêk bê. Di navbera 30’ê Îlonê û 3 û 8’ê Cotmehê de jî li Friedenplatz wê standên enformasyonê bên vekirin.
4’ê Cotmehê li Herfurtê meş heye.
4’ê Cotmehê li Ebertplatz meş tê lidarxistin.
2’ê Cotmehê li ber parlamentoya eyaleta Hessen çalakiya rûniştinê û zincîra ji mirovan.
2’ê Cotmehê li DGB Haus panela Rojava
3’ê Cotmehê di konê greva birçîbûnê de panel
4’ê Cotmehê li Frankfurtê meş û mîtîng.
DUSSELDORF