Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê berxwedana Kobanê de doh jî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de tê gotin, 14 çete hatine kuştin û di berxwedanê de 5 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane.
Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hatiye weşandin li ser rewşa meydanî ya şer li Kobanê de wiha ye:
“Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 121’an de dewam dikin û êrîşan lidardixin.
Şevê din (pêr bi şev) li eniya başûr û başûrrojhilat çeteyan êrîş lidarxistin û encam de di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçûn derketin. Pevçunên ku li ser rêya Termîk, Kaşên Miştenûr û li derdora Dibistana Reş zêde bû û heta derengiyê şevê bê navber berdewam kir. Piştî pevçûnan komên çeteyan bi paşve hatin xistin. Di pevçûnan de 12 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin.”
Di daxuyaniyê de Navenda Çapemeniyê da zanîn ku 5 şervanên YPG´yê jî di heman şerî de jiyana xwe ji dest dane û weha dewam kir: “(van) 5 rêhevalên me yên fedakar bi sekna xwe binxistina êrîşên çeteyan rolên giring listîn bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê.
Îro (doh) di seatên sibê de jî hêzên me li nêzî Navenda Asayîş a ku dikeve eniya bakurrojhilat, li hember komên çeteyan çalakiyek li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 2 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin.”
KOBANÊ